17 meh cezayê zindanê li rojnamevanê Kurd hat birrîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojhilatê Kurdistanê 17 meh cezayê zindanê li rojnamevan û çalakvanê mafên mirovan ê Kurd Mesûd Kurdpûr hat birrîn.

Rêveberê Giştî yê Weşanê yê Mukriyan Newsê Mesûd Kurdpûr ku li Rojhilatê Kurdistanê li ser mafên mirovan lêkolînan dike, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Bokanê ve bi hinceta “propagandaya li dijî rêveberiyê” 9 meh û “Zirardayîna ewlehiya giştî ya Îranê” 8 meh bi giştî 17 meh cezayê zindanê lê hat birrîn.

Li gor zanyariyên ku gihîştine Rûdawê, Kurdpûr ku di 20ê Îlona 2022an de li mala xwe ya bajarê Bokanê ji aliyê îtlaata Îranê ve hatibû desteserkirin, ji bo birêveberiya îtlaatê ya Urmiyê hatibû şandin.

Kurdpûrê ku du meh piştî desteserkirinê li Dadgeha Şoreşê ya Bokanê hat darizandin, niha li girtîgeha Bokanê tê girtin.

Kurdpûr, ku di sala 2009 de ji pîşeya mamostetiyê hat dûrxistin; Ji ber xebatên xwe yên mafên mirovan û xebatên rojnamegeriyê di sala 2008’an de 1 sal û di 2013’an de jî 3 sal ceza lê hatibû birrîn.