Hêzeke Iraqê 10 Pêşmerge desteser kirin û piştî demekê berdan

05-02-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarokê Silêman Beg ê ser bi parêzgeha Selahedînê ve hêzên Polîsên Federal ên Iraqê 10 pêşmerge girtin. Fermandeyekî Pêşmerge jî diyar kir ku ew 10 pêşmerge piştî “çalakiyên provokatîv” hatin berdan.

Şêwirmendê emnî û leşkerî yê Parêzgarê Selahedînê, Kawe Şêxanî îro Yekşemê 5ê Sibatê di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, “Îro danê sibê li navçeya Xurmatû ya ser bi parêzgeha Selahedînê, 10 pêşmerge dema ji xala kontrolê ya Silêman Beg re derbas dibûn, ji aliyê Polîsên Federal ve hatin desteserkirin.”

Kawe Şêxanî got: “Piştî ku ji aliyê Wezareta Pêşmerge ve em hatin agahdarkirin, me yekser bi rêya dadgehê ew Pêşmerge serbest berdan.”

Fermandarekî Hêza Pêşmerge jî desteserkirina 10 pêşmergeyan û azadkirina wan piştî demeke kurt ji aliyê hêzên Polîsên Federal ên Iraqê piştrast kir.

Fermandarê Fewca 1 a Lîwaya 9 a Wezareta Pêşmerge, Azad Nûrî Berxeş derbarê sedema desteserkirina wan pêşmergeyan de ji Rûdawê re got: “Ew pêşmerge bi tohmeta çekên bê destûr hatibûn desteserkirin.”

Wî fermandarê Pêşmerge diyar kir, “di dema desteserkirinê de tevgerên provokatîv hatine kirin, lê belê ew nehatine êşandin. Piştî demekê jî serbest hatin berdan û niha vegeriyane.”

Navçeya Xurmatû ya Selahedînê niha yek ji wan navçeyên nakok di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye, ku hejmareke zêde ya kurdên wê navçeyê hene û zexteke mezin li ser wan heye ji bo ku koç bikin û dest bi ser milên wan de bê girtin.

Duh Şemiyê, li navçeya Xurmatûyê di navbera hêzên ewlehiyê de guhertineke cihan pêk hat, ku li şûna hêzên Bersivdana Lezgîn, hêzên Polîsên Federal hatin bicihkirin.

Piştî ku Polîsên Federal bi çekên giran ketin nav navçeyê, hewl dan hejmarek malên malbatên Kurd ên navçeyê kontrol bikin, lê xwediyên xaniyan rê li ber vê yekê girtin.

Li gor Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê Herdî Mihemed Elî, wan Kurdan dîtin ku malên wan hatine talankirin, tiştê tê de hatine dizîn, û beşeke din jî wêran bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst