Ji ber berfê bûyerên trafîkê li Amadê zêde bûn

Amed (Rûdaw) – Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bi barîna berfê metirsîya hişkesalîyê lawaz bû û ev yek ji bo welatiyan bû cîhê kêfxweşiyê lê ji ber bûyerên trafîkê yên qewimîn kêfxweşiya ji ber berfê bû cîhê xemgîniyê.

Bi barîna berfê re bûyerê trafîkê li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê zêde bûn. Wekîlê Sekreterê Şaredarîya Bajarê Mezin A Amedê Abdullah Çiftçî ragihand ku bi barîna berfê re li Amed û derdora wê parêzgehê 27 qezayên trafîkê rûdane ku hejmarek zêde welatî birîndar bûne û xisara meddî çêbûye.

Ji ber berfê, mij û qeşayê rêyên Amedê yên bi Mêrdîn û û Rihayê re doh hatibûn girtin. Saziya keşnasiya Tirkiyê heta roja Çarşemê jî ji bo Amedê pêşbîniya barîna berfê dikin. Ji ber wî jî saziyên pêwendîdar welatî û ajokaran hişyar dikin ku pawendî rêkaran bin.

Welatiyek dibêje: “Ev meselya qezayan piranî ji ber xetayên şofêran dibe. Ya girîng şofêr in, erebe qeza nakin çi dikin şofêr qeza dikin. Divê şofêr erebeyên xwe bibin cihên kontrolkirinê û divê firênên wesayîtên xwe kontrol bikin û divê ji her tiştên xwe agahdar bin.”

Welatiyek din jî got: “Yanî ev qezayên dibin,sedemên ku ev însan dimrim  şofêr in, sedem şîrket in. Bila li ser wan bisekinin. Bilar ji testan derbas bikin. Bila lezbûna wan normal be, ev mirov bêguneh in.”  

Wekîlê Sekreterê Şaredarîya Bajarê Mezin a aAedê Abdullah Çiftçî jî ragihand ku bi barîna berfê re 27 qezayên trafîkê li Amed û dev û derdorê wê qewimîne ku di emcamê de hejmarek zêde welatî birîndar bûne û xisara maddî jî çêbûne.

Qezayek trafîkê jî li ser rêya Amed û Siwêrega Rihayê qewimî. Di encama ku otobusek rêwiyan a kompanîyek bi ser Amedê ve qulibî 30 rêwî birîndar bûn. Herwiha ji ber qeşayê û mijê rêya Amed û Rihayê heta serê sibeya  îro ji hatin û çûnê re girtî ma û welatî di tirmibêl, barhilgir û otobusan de asê man.

Rêwiyek dibêje: “Em ji Bêdlîsê hatine. Em diçin Mêrsînê. Rêya me girtî ye em nikarin biçin. Ev çar saet in em di rê de ne.”

Rêwiyekî din jî got: “Halê me ne tu hal e, em li vir mexdûr mane. Qeza çêbûye rê girtiye.”

Li gorî saziya keşnasiyê ya Tirkiyê heta roja Çarşemê jî barîna berfê dê li Amedê dewam bike û her ji ber wê sedemê ji bo ajovanan hişyarî tên kirin ku  pabendî hişyariyên rayedaran bin ku rêgirî li rûdanên trafîkê werin kirin.