Li Xoyê dayik û kurek di kon de canê xwe ji dest dan

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê hawarçûnê ya parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ragihand, piştî erdheja Xoyê ya hefteya borî, dayik û kurek ji ber gaza rejûyê di kon de canê xwe ji dest dane, li parêzgeha Urmiyê zêdetirî 100 kesan ji ber tengenefesiyê serî li nexweşxaneyan dane.

Rêveberê hawarçûnê yê parêzgeha Urmiyê îro Şemiyê ji medyaya fermî ya Îranê re got, “100 kes ji ber dûmana sobe û rejûyê ya di nav konan de tengenefes bûne, ji wan dayikek û kurê wê canê xwe ji dest dane.”

Rêveberê hawarçûnê li Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Urmiyê Ferzîn Rezazade anî ziman, “Jineke 80 salî û kurê xwe yê 55 salî dema ku dixwestin di konê xwe de bi rejûyê xwe germ bikin xeniqîn.”

Rezazade got, “Di sê rojên borî de 100 kes ji ber bikaranîna sobe û komirê di hundirê konan de tengenefes bûne.”

Şeva Şemiyê li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 5.9 rîxterê hejand û di encamê de zêdetirî 3 hezar û 500 xanî zirar dîtin û zêdetirî 1000 kes birîndar bûn û 3 kesan jî canê xwe ji dest dan.

Piştî erdhejê, hikûmetê hişyarî da xelkê ku venegerin malên xwe û Rêveberiya Heyva Sor a parêzgeha Urmiyê jî ragihand ku 98 hezar kes li kampên demkî vehewandine.