ROJAVA - Nêrîna aliyên Kurdî li ser êrişên Tirkiyê

Qamişlo (Rûdaw) - Ev çend roj in li seranserê sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê, dron û topxaneya Tirkiyê gund û xalên serbazî yên şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) topbaran û bombebaran dikin. ENKS êrişên Tirkiyê şermezar dike û PYNK jî tekeziyê li ser pêkanîna nêrîneke Kurdî ya serbixwe` dike.

Herî dawî Tirkiyê di 3ê vê mehê de otombîleke sivîl li ser rêya Amûdê-Dirbêsiyê topbaran kir û 4 sivîl bi giranî birîndar bûn.

`Helwesta me ji ya opozisyonê cuda ye`

Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî dibêje, wan fişar li Tirkiyê û oposizyonê kiriye ku êdî deverên Kurdên Sûriyê armanc negirin û ewlehiya deverê têk nebin.

Qedrîcan Mele, Serkirdeyekî ENKS, dibêje, “Wek Encûmen, em her tim bi aramiya deverê re ne û em vî karî her tim dikin di siyaseta navdewletî de bi Rûsan, Amerîkiyan û taybet bi Tirkan re, bi opozisyonê re, helwesta me cuda ye û em ne li gel van êrişan in û em şermezar dikin.”

Ragihandina şer

HSD bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama êrîşên bi dronan li ser xaleke wan li gundewarê Dêrikê 4 şervan şehîd bûn.

HSDê di heman daxuyaniyê de berpirsyartiya êrîşê li hevpeymanê girt ku asîman ji Tirkiyê re vekiriye û diyar kir ku ev tê wateya `ragihandina şerekî berfireh li ser deverê.`

Partiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurd (PYNK) diyar dike, wan aliyê Amerîkî agahdar kiriye bi van êrîşan, lê her bersiva aliyê Amerîkî ew bûye hevrêziya me bi HSD re tenê ji bo şerê dijî DAIŞê ye û ne li dijî tu aliyekî din e.

Pêwîstiya bi `nêrîneke Kurdî ya serbixwe`

Narîn Metînî, Seroka Şepêla Paşeroja Kurdistanê, dibêje, “Piştî şikandina DAIŞê li zindana Xiwêranê, Tirkan dîsa êrişên xwe zêde kirin. Amerîkî heta niha jî doza dikin yekîtiya Kurdan çêbibe di navbera PYNK-ENKSê de da ku em bikarin, çarçoveyeke Kurdî, nêrîneke Kurdî ya serbixwe çêbikin.”

Tevî ku xalên sînorî yên Rojava û Bakurê Kurdistanê di destê artêşa Sûriyê de ye, Tirkiyê bi behaneya hebûna PKK li ser sînorê başûrê welatê xwe êrîşan li ser deverê encam dide. Aliyên garantor Amerîka û Rûsya jî heta niha li ser van êrîşan helwesteke cidî nîşan nedane.