'6 girtiyên nexweş di hucreyeke yek kesî de ne'

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlioglu ragihand ku li Girtîgeha Wanê ya ewlekariya wê zêde 6 girtiyên nexweş 6 meh in di hucreyeke yek kesî de tên gitin.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlioglu raporta ku ji aliyê girtiyên Girtîgeha Wanê ve derbarê binpêkirinên mafan de li girtîgehê, jê re hatiye şandin belav kir.

Li gor raportê nexweşên ku di hucreyeke yek kesî de tên girtin nexweşiyên wan ên wek wernicke korsakoff, tansîyona bilind, epilepsî, têkçûna ahenga dil û mîgrenê hene û ev 6 meh in ew 6 kes li heman cihî dimînin.

Li gor raportê di gelek xalan de binpêkirina mafan hatine diyar kirin û tê gotin mafê hatine gel hev û gotûbêjê ku bi awayekî fermi heye ev nêzîka 2 salan e nayê cîbicîhkirin.