Sendîkaya Rojnamevanan: Rêveberiya Xweser ezmûneke reş tomar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê biryara girtina ofîsa Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve şermezar kir û ragihand ku bi wê biryarê derket holê ku Rêveberiya Xweser nikare tehemilê karekî rojnamevanî bike ku eger ne bi dilê wan be û naxwaze agahiyên li ser wê herêmê bighêjin cîhanê.

Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, biryara rawestandina karê Tora Medyayî ya Rûdawê û standina moleta karê medyayî ji Rûdawê û hemû karmendên wê da. Ew biryar îro şemiyê 5ê sibata 2022yan, bi îmzeya Hevserokên Fermangeha Medyayê Nûr Seîd û Ciwan Mela Îbrahîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hate şandin.

Desteya Parastina Azadiya Rojnamevanî  û Mafên Rojnamevanan li Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê derbarê biryarê da daxuyaniyek da û tê de diyar kir ku sala borî Rêveberiya Xweser gelek caran êrîşî ofîs û xebatkarên Tora Medyayî ya Rûdawê kirin.

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê diyar kir ku ew biryarê bi tundî şermezar dikin û dibêje: “Rêveberiya Xweser di azadiya rojnamevaniyê de bi vî karê şerm ezmûneke reş û neserketî tomar kir.”

Desteya Parastina Azadiya Rojnamevanî  û Mafên Rojnamevanan li Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê di daxuyaniya xwe dibêje: “Tevî agahdarkirina rêxistinên navneteweyî û helwesta me ya tund em ji Rêveberiya Xweser a Rojava re dibêjin ku em ê tu carî  bi girtina qanala Rûdawê ku ji destpêka damezirandina wê Rêveberiyê de roleke wê ya karîger di veguhestina agahiyan ji herêmê bo cîhanê hebû. Ti carî nikarin  derzekê bixin di navbera xelkê her çar parçeyên Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de.”

Sendîkaya Rojnamevanan herwiha di daxuyaniya xwe got: "Em hêvî dikin ku Rêveberiya Xweser kiryarên bi vî rengî ji nû ve binirxîne û di astengkirina azadiya rojnamevaniyê û ragihandinê de navê rêveberiya xwe zêdetir xirab nekin.”