Karê Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê hat rawestandin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê mohleta kar ji Rûdawê stend û karê wê li Rojavayê Kurdistanê rawestand.

Fermangeha Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriya a Encûmena Cîbicîkar, îro Şemiyê 5ê Sibata 2022yan bi daxuyaniyekê ragihand ku karê Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê hate qedexekirin û wan biryar dane mohleta kar ji Rûdawê bistînin û hemû karê wê li navçeyên Rêveberiyê Xweser rawestînin.

Di daxuyaniya qedexekirinê de Rêveberiya Xweser dibêje “baweriya me bi azadiya medyayî heye, lê Rûdaw di nava pêkhateyên civakî de kînê belav dike û ev demeke Rûdaw li derveyê rênmayan kar dike û pabendî prensîbên kar nabe.”

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Li gorî yasaya medyayê û lîsteya îdarî ya yasayê, di demên borî de Tora Medyayî ya Rdûawê du caran (05.10.2021 û 22.10.2021) hate hişyarkirin, lê tevî vê yekê Rûdawê siyaseta xwe ya karkirinê ne guhertiye, lewma me biryar da ku xebatên Rûdawê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin.

Rêveberiya Xweser herwiha îdia dike ku Rûdaw hewl dide wêneyekî ne şîrîn bide dezgehên Rêveberiyê Xweser.

Êrişa li ser tîma Rûdawê

Ev biryar piştî wê yekê tê ku roja Çarşemê, demjimêr 14.00, di dema rûmala merasîma bixakspartina 12 şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), li Goristana Şehîdan a Qamişlo, hêzeke nenas êriş bir ser tîma Tora Medyayî ya Rûdawê ku ji peyamnêr Vîviyan Fettah, wênegir Îsa Hesen Xelef û şofêr Ebdullah Mejdel pêk dihat.

Li Goristana Şehîdan 6 jinên endamên Asayişa Qamişlo, rêgirî û bêrêzî bi peyamnêra Rûdawê Vîviyan Fettah dikin û piştre dibin navenda Asayişa Qamişlo.

Herdu Hevserokên Navenda Asayişa Qamişlo lêborînê ji peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê dixwazin, li ser wê serederî û bêrêziya hêzên asayişê li Goristana Şehîdan û bi rê dikin.

Lê di heman demê e her li Goristana Şehîdan, 5 kes ku cilên serbazî li ber bûn, lê endamên asayiş an hêzên polîs nebûn, wênegir Îsa Hesen Xelef û şofêr Ebdullah Mejdel siwarî otomobîleke Rûdawê dikin, dibin cihekî derveyî Qamişlo û piştî îşkence, lêdan û gefan, wan berdidin.

Di vê êrişê de kamêra, sîstema veguhestina weşana zindî ya Tora Medyayî ya Rûdawê, çend belge û nasnameya peyamnêr Vîviyan Fettah ku di çenteya di otomobîla Rûdawê de bûn, hatine birin.

Li Hesekê rê li ber tîma Rûdawê hatibû girtin

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê yê li Rojavayê Kurdistanê Barzan Ferman ku bi hevkariya du wênegiran (Îsa Xelef û Ara Bîco) rûmala bûyera Girtîgeha Xiwêranê dikir, ragihand, roja 26ê Çileya 2022 hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser û tîmên wan ên îstîxbaratî rêgirî li rûmala Rûdawê kirin û weşan bi wan dan rawestandin, herwiha ew ji Hesekê derxistin û ji wan re gotin `careke din venegerin`.

Herwiha roja 8/1/2022,  dema tîma duyem a Tora Medyayî ya Rûdawê ku ji Vîviyan Fetah û Îsa Xelef pêk dihat, xwest biçe bajarê Hesekê, dîsa rêgirî li lê hat kirin.

Berî niha jî 6 caran êriş li ser ofîsa Tora Medyayî Rûdawê ya li bajarê Qamişlo hat kirin, beşek ji wan êrişan ji aliyê grûpa Ciwanên Şoreşger a ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve hatin kirin û heta niha hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser ti kes ji wan encamderên êrişên bo ser ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê ya li Qamişlo, desteser nekirine.

Tora Medyayî ya Rûdawê ya li Rojavayê Kurdistanê gelek caran jî di dema rûmalkirinê de, ji aliyê hêzên asayişê ve rûbirûyê rêgirîkirin û desteserkirinê dibin.