Tirkiyê 150 malbatên Uygur li Serê Kaniyê bicih kirin

05-02-2021
RÛDAW
Çalakvan dibêjin, Tirkiyê hewl dide demografiya herêmê biguhere
Çalakvan dibêjin, Tirkiyê hewl dide demografiya herêmê biguhere
Nîşan Serê Kaniyê Tirkiye Uygur
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor zanyariyan Tirkiyê 150 malbatên Uygur li bajarê Serê Kaniyê bicih kirin û çalakvan û lêkoler jî dibêjin, Tirkiyê dixwaze bi bicihkirina Uyguran demografyaya deverê biguhere ku navçeyeke Kurdî ye.

Li gorî jêderên xwecihî ji Serê Kaniyê, Tirkiyê zêdetirî 150 malbatên Uygur ji Idlibê veguhustine herêma Serê Kaniyê, ku niha di bin kontrola artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar de ye.

Li gor zanyariyan ew malbatên Uygur ku bi regez Tirkên Çînê ne, li nav malên Kurdan li Serê Kaniyê hatine bicihkirin.

Kurdên xwediyên wan malan ku Uygur tê de hatine bicihkirin, ji ber êrîşa 2019an ya artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar yên opozisyona Sûriyê koçberî bajarê Hesekê û Başûrê Kurdistanê bûne.

Çalakvan û lêkolîner jî dibêjin, Tirkiyê bi rêya bicihkirina Uyguran li Serê Kaniyê, hewl dide demografiya herêmê biguhere.

Li gorî amaran, niha 50 hezar musilmanên Uygurî ku ji Çînê hatine, Tirkiyê dixwaze wan veguhêze Rojavayê Kurdistanê û wan li navçeyên Kurdan bicih bike.

Endamê Desteya Siyasî ya Îtîlafa Opozsiyona Sûriyê Yasir Tewfîq li ser vê mijarê beşdarî bultena nûçeyan a Rûdaw TVyê bû û got, “Ew kesên li Serê Kaniyê tên bicihkirin xelkê Sûriyê ne ku ji wê deverê koçber bûne”."

Yasir Tewfîq herwiha ragihand ku “Em dixwazin xelkê Serê Kaniyê vegerin bajarê xwe."

 

 

Artêşa Tirkiyê di 9ê Cotmeha 2019an de tevî komên çekdar ên opozisyona Sûriyê ku Enqere di her warî de piştgiriya wan dike, di jêr navê Operasyona Kaniya Aştiyê de û bi hinceta hebûna hêzên YPGê û gefa terorê li ser sînorê xwe yê bi Sûriyê re, êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir û di herdu bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê tevî dehan gundên derdorê ji destê hêzên Kurdî derxistin.

Di encama wê êrîşê de, bi dehan hezar kes ji xelkê herdu bajaran aware bûn, ku hejmarek ji wan li bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê bicih bûn û piraniya wan jî li Kampa Waşokanî ya li nêzîk bajarê Hesekê hatin bicihkirin.

Ji wê demê ve gelek raport derbarê binpêkirinên hêzên Tirkiyê û komên çekdar di derheqê welatiyên Kurd û pêkhateyên din ên wan bajaran hatine belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst