Li Duhokê dê ji enerjiya tavê elektrîk bihê berhemanîn

05-02-2020
Sîna Soma
Sîna Soma
Projeyeke berhemanîna elektîrkê ji enerjiya tavê li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê.
Projeyeke berhemanîna elektîrkê ji enerjiya tavê li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê.
Nîşan Herêma Kurdistanê Duhok Enerjiya tavê Ferhad Etrûşî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Duhokê projeyek ji bo berhemanîna elektrîkê ji tavê ango enerjiya Rojê dest pê dike. Parêzgarê Duhokê, Ferhad Etrûşî jî dibêje, proje amade ye û tenê karê tenderîngê maye. Ev proje dibe yekem pirojeye bi vî rengî ya li ser asta Herêma Kurdistanê.

Proje dê li nav kempa zanîngeha Duhokê bê danîn û dê di qonaxa yekê de bi qasî 2 Mega Wat elektrîkê dirust bike, ku dike 35% ji elektrîka pêwîst a ji bo zanîngeha Duhokê.

Parêzgarê Duhok, Ferhad Etrûşî ragihand, proje bi piştevaniya ajansa UNDP a Netewên Yekgirtî tê cîbicîkirin û got, ew dilxweş in ku li Duhokê projeyeke bi vî awayî tê cîbicîkirin.

Ferhad Etrûşî got, ew proje wek ezmûnekê û ji bo testê ye û eger ew hewldan serkevtî be, ew dikarin di paşerojê de li parêzgeha Duhokê ji berhemanîna wê elektrîkê bo pêwîstiya malan, kargehan û hemû warê jiyanê mifayê werbigirin.

Bi gotina Etrûşî, berhemanîna elektrîkê bi rê û rêbazên din jîngehê pîs dike û herwiha gelek lêçûn jê re pêwîst e ku dibe bargiraniyeke mezin li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê, lewma berhemanîna elektrîkê ji nerjiya tavê yan rojê gelek baştir e.

Projea berhemanîna elektrîka ji tavê, dibe yekem pirojeye bi vî rengî ya li ser asta Herêma Kurdistanê.

Parêzgeha Duhokê destnîşan kir, projeya berhemanîna elektrîkê ji enerjiya tavê niha amade û ew li benda tenderîgê ne, ka dê proje çi kîjan kompaniyê re derkeve daku dest bi cîbicîkirina wê bihê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst