Cihê aşûtê ji ber metirsiya rûdana aşûteke nû hat valakirin

Li navçeya Miksê ya Wanê, ew devera ku îro duyem aşût hatibû ji ber metirsiya rûdana sêyem aşûtê hat valakirin.

Ew tîmên ku xebatên lêgerînê birêve dibirin, ji ber rîska zêde ya aşûteke nû, bi qasî 10 kîlometran ji cihê bûyerê hatin dûrxistin.

Tê çaverêkirin piştî ku bergiriyên nû hatin wergirtin û metirsiya aşûteke nû hat beralîkirin, tîmên hawarçûnê dê xebatên lêgerînê berdewam bikin.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Rewşên Awarte ya Tirkiyê (AFAD)  heta niha termê 33 kesan ji bin aşûtê hatine derxistin û 53 kes jî hatine rizgarkirin.

Duh di rêya di navbera Miks û Wanê de aşût bi ser wesayîteke paqijkirina berfê û mînîbusekê de hatibû û di encamê de 5 kesan canê xwe ji dest dabûn û 7 kes jî hatibûn rizgarkirin.

Ji bo rizgarkirina 2 kesên di bin aşûtê de mabûn jî xebat hatibû destpêkirin û îro derdora demjimêr 12.00ê careke din aşût bi ser tîmên ku xebatên lêgerînê birêve dibirin de hat.

Di nav kesên ku di encama aşûtê de canê xwe ji dest dane, cerdevan, leşker û tîmên hawarçûnê hene û niha 20 kes jî di bin aşûtê de ne.