Heta niha 38 kes di aşûtên li navçeya Miksê bûne qurbanî

Di aşûtên li navçeya Miksa Wanê de heta niha 38 kesan canê xwe ji dest dane, 53 kes hatine rizgarkirin û 20 kes jî din bin aşûtê de mane.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Rewşên Awarte ya Tirkiyê (AFAD)  îro termê 33 kesan ji bin aşûtê hatine derxistin û 53 kes jî hatine rizgarkirin.

Duh jî aşût bi ser wesayîteke paqijkirina berfê û mînîbusekê hatibû ûdi encamê de 5 kesan canê xwe ji dest dabûn û 7 kes jî hatibûn rizgarkirin û 2 kes di bin aşûtê de mabûn.

Tîmên hawarçûnê û xelkê îro xebatên ji bo dîtina herdu kesan li cihê aşûtê birêve dibirin lêbelê careke din aşût hat û di encamê de li gor daxuyaniya AFADê îro termên 33 kesan hatine derxistin û 53 kes jî hatine rizgarkirin.

Bi vî awayî ji ber herdu aşûtên li wê navçeyê, heta niha 38 kesan canê xwe ji dest dane. Di nav kesên ku di encama aşûta îro de canê xwe ji dest dane, cerdevan, leşker û tîmên hawarçûnê hene.

Herwiha li gor zanyariyan 20 kes jî di bin aşûtê de mane û xebatên ji bo dîtina wan kesan jî di şert û mercên dijwar de berdewam bikin.

Ji ber metirsiya rûdana aşûteke nû, ew herêma aşûtê bi qasî 10 kîlometran hatibû valakirin bo ku tedbîrên zêdetir bên wergirtin ji bo parastina tîmên hawarçûnê û xelkê yên ku xebatên lêgerînê birêve dibin.