Hemû parlamenterên HDPê îşev dest bi “nobeta aştiyê” dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldanê derbarê li ser çalakiya Hevseroka KCDê Leyla Guven de got: "Ji bo ku em bibin dengê Leyla Guven em dê îşev ligel hemû koma xwe heta sibehê li Lijneya Giştî ya Parlamentoyê nobeda aştiyê bigirin."


Hevseroka HDPê Pervîn Buldan di civîna koma parlamentoya Tirkiyê ya îro de tenê li ser çalakiya Hevseroka KCDê Leyla Guven axivî.

 

Pervîn Buldan di axaftina xwe ya li komcivîna partiya xwe ya li parlamentoyê de diyar kir ku rewşa Parlamentera Colemêrgê ya HDPê Leyla Guvenê ku di greva birçîbûnê de ye, madeya tekane ya rojeva komcivîna wan a îro ye.


Buldan bibîrxistin ku Guven ev 90 roj e di greva birçîbûnê de ye û wiha pê de çû: "Ez ji vê derê dixwazim bangî hikûmetê bikim. Êdî guhê xwe bidin wî dengê ku li hemû dinyayê ezmûn bûye. Siberoja hevbeş pûç nekin. Hêviya gelan a aştiyê netemirînin. Êdî di vê bêhiqûqiyê de pêkutiyê nekin. Ji bo ku em bibin dengê Leyla Guvenê em dê îşev ligel hemû koma xwe heta ber destê sibehê li Lijneya Giştî ya Parlamentoyê nobeda aştiyê bigirin."


Piştî kurteaxaftina Buldanê komcivîn bi dawî bû.