Îbrahîm Biro: Astengî li ber proseya avakirina komîteya desûtrê derdikevin

05-02-2019
RÛDAW
ENKSê rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kir
ENKSê rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro ragihad  ku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê astengî li ber proseya avakirina komîteya desûtrê derdikevin.

 

Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS li başûrê Kurdistanê bajarê Hewlêrê komxebatek k saz kir û têde rewşa Sûriyê û rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin.


Endamê Desteya Danûstankar a Opozisyona Sûriyê Îbrahîm Biro ku di heman demê de Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê ye eşkere kir ku gelek astengî li ber proseya avakirina komîteya desûtrî derdikevin û got: “ENKSê hewl dide dostên xwe li nav opozisyonê zêde bike.”


Îbrahîm Biro herwiha got, ew dixwazin li nerîna xelkê xwe guhdarî bikin, ji ber vê yekê wan komxebatek li Hewlêrê bi hejmareke kesyaetî û siaysetmedarên Rojavayê Kurdistanê re saz kirin.


Biro da zanîn ku di komxebatê de , behsa nivîsandina destûreke nû ji bo Sûriyê hate kirin, her wiha behsa parastina mafên pêkhateyên cuda yên Sûriyê hate kirin, di serî de jî gelê Kurd li Sûriyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst