HSDê li navçeya Baxoz DAIŞ xistiye jêr dorpêçê

05-02-2019
Xalid Cemîl Mihemed
Hinek çekdarên DAIŞê xwe li nav sivîlan vedişêrin
Hinek çekdarên DAIŞê xwe li nav sivîlan vedişêrin
Nîşan HSD DAIŞ Dêrezor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – DAIŞ ku ji sala 2014 an dest girtibû bi ser gelek navçeyên Sûriye û Iraqê û dewleta xîlafetê ragihandibû, niha bi tenê di nav çend kîlometereyên çargoşe de maye, ku niha şer man û nemanê dike.

 

Di van çend rojên dawiyê de, DAIŞ tektîka xwe ya şer jî guhertiye, herî zêde jinên xwekuj bikar tîne, û ji ber ku nema dikare wek berê otombîlên bombekirî bikar bîne, ew jin bi rêya tonelan xwe nêzîkî pêgehên HSDê dikin û li wir xwe diteqînin.

 

Çekdarên DAIŞê li wê navçeyê di dorpêça Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ne. Ew çekdarên DAIŞê yên ku hewil didin di nav sivîlan de xwe xilas bikin, ji aliyê HSDê ve têne girtin.

 

Tê pêşbînîkirin ku di nav van çend rojan de, pêgeha herî dawî ya çekdarên DAIŞê, li Rojhilatê Ferat û Dêre Zorê, ji aliyê HSDê ve, bê kontrolkirin.

 

Çekdarên DAIŞê, di rûberekî gelekî berteng de, ji aliyê hêzên HSDê ve, hatine dorpêçkirin.

 

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û HSDê êrîşên xwe li dijî çekdarên DAIŞê tund dikin, lê bi mebesta parastina jiyana welatiyên sivîl, ku li wê navçeyê mane, pêşketina li dijî DAIŞê dereng dikeve.

 

Derbarê pêşhateyên nû, di şerê li dijî çekdarên mayî yên DAIŞê de, li Rojhilatê Ferat, bi taybetî li navçeya Baxoz a ser bi bajarê Hecîn ve, fermandarekî HSDê ragihandiye ku rûberê di destê wan çekdaran de, tenê nêzîkî 4 kîlometreyan e.

 

Li wê navçeya Baxoz jî, çekdarên DAIŞê sivîlan weke mertalên zindî bikar tînin, êdî ev yek dibe sedema ku pêşketina HSDê dereng bikeve û hinek caran, ew pêşketin bê ragirtin, bi awayekî ku hebûna wan sivîlan zehmetiyê li ber vê pêşketinê dirust dike. Ji aliyekî din ve, hêzên HSDê ragihandine ku ew alîkariya sivîlan dikin, ku ji wê navçeyê derkevin û çekdarên DAIŞê tenê bihêlin.

 

Di heman demê de, ku HSDê li ser zeviyê êrîşî ser çekdarên DAIŞê dike, balefirên Hevpeymaniya Navdewletî jî, wan çekdaran bombebaran dikin, bi awayekî ku bazneya man û berdewamiyê, li ser wan çekdaran asteng û aloz dibe.

 

Navenda Ragihandinê ya HSDê, di daxuyaniyeke nû, de tekezî li ser wê yekê kiriye, ku hêzên HSDê wê di şerê DAIŞê de berdewam bin û xelkên wan navçeyan, ji destê çekdaran rizgar bikin.

 

Navenda ragihandinê ya HSDê nîşan bi wê yekê jî daye ku ew agahdarî tevlîbûna çekdaran e, di nav xelkên sivîl de. Wiha jî di warê ewlehî de, ew agahdarî şaneyên nihên in, ku xwe ji bo encamdana êrîşan amade dikin, ev yek jî bûye sedema ku hejmarek ji çekdarên DAIŞê yên biyanî, li ser destê HSDê bêne girtin û bi awayekî berdewam nav û nasnameyên wan çekdarên girtî eşkere dike û radigihîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst