Li Pulur a Dêrsimê 5 metre berf bariye

Dêrsim (Rûdaw) - Pêla berfbarîmê li Bakurê Kurdistanê di demsala zivistan a îsal de gelek dijwar bû, bi awayekê ku li hin deverên navçeya Pulur a Dêrsimê 5 metre berf bariye.

 

Li navçeya Pulurê ya girêdayî parêzgeha Dêrismê zivistanek zehmet heye. Li vê navçeya Bakurê Kurdistanê ji ber pêla bihêz a berfê, li hin deveran bi qasî 5 metreyan berf bariye, ku wê yekê dîmenên balkêş bi xwe re anîne.

 

Ji ber zêdebarîna berfê, rêyên gelek gundên li navçeya Pulurê hatine girtin.

 

Li gundê Mercanê yê ser bi Pulurê ve bilindiya berfê gihîştiye 5 metreyan. Ji ber zêdebarîna berfê, jiyana welatiyên li herêmê gelek bi zehmetî derbas dibe û derfeta wê çendê ku destê welatiyên bigihîje xizmetguzariyan, pir zehmet bûye.

 

Welatiyên deverê dibêjin, gelek ji mêj ve wan tiştek wisa nedîtine, ku bi qasî îsal berf li herêma wan barîbe.

 

Ji aliyekê din ve welatiyên Pulurê û bi taybet gundê Mercanê kêfxweşiya xwe jî tînin ziman û bi mobaylên xwe wêneyan bo bîranînê digirin.