Îmralî ji BDPê re vekiriye û ji parêzeran re girtiye

05-02-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Şanda Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê hefteya bê ji bo dîtina Serokê PKKê Abdullah Ocalan biçin girava Îmraliyê. Lê belê car din rê nehat dayîn ku parêzerên Ocalan biçin Îmraliyê.

Li gorî agahiyên DÎHAyê, şanda BDP û HDPê ku ji parlameterên BDPê Pervîn Bûldan û Îdrîs Baluken her wiha parlamenterê HDPê Sirri Sureya Onder pêk tê, dê roja şemiyê (08.02.2014) herin girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin.

Tê pêşbînîkirin, şanda Îmraliyê nameya KCKê ya ku ji 7 rûpelan pêk tê û ji Ocalan re hatiye nivîsandin, radestî Ocalan bikin.

Herî dawî şanda Îmraliyê roja 11ê meha borî çûbû dîtina Ocalan.

Li hember vê yekê parêzerên Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bîne serî li Dozgerê Komarê ya Bursayê dan, lê vê carê jî bi sedema “keştî xerabe ye” serlêdan hat redkirin.

Parêzerên Ocalan Rêzan Sarica, Cengîz Yureklî, Mazlum Dînç û Asiye Ulker bi boneya bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bîne serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn.

Parêzerên Ocalan herî dawî di 27ê tîrmeha 2011an de çûbûn Îmraliyê.

Ji 27ê tîrmeha 2011an û vir ve hemû serlêdanên parêzeran hatine redkirin.

Parêzer 2 sal û 185 rojin nikarin biçin Îmraliyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst