Rûdaw îro BDPê û AKPê têne hember hev

 

Hewlêr (Rûdaw)- Îro saet 21.05 bi dema Hewlêrê xeleka duyem a programa 2 ALÎ dê were weşandin.

Di vê programê de parlamenterê BDPê yê Colemêrgê Esat Canan û parlamenterê berê yê AKPê û namzetê şaredariya Sûra Amedê Abdurrahman Kurd ku yek ji kesên nêzîk serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan e, beşdar dibin.

Di programê de ku bi şêweyekî zindî tê weşandin, her du beşdar li ser pêvajoya aştiyê, siyaseta AKPê ya derbarê pirsa Kurd de, rola parlamenterên Kurd di nava AKPê û nakokiyên di navbera wan û parlamenterên BDPê de radiwestin.

Yek ji mijarên ku di programê de li ser were rawestandin ew e, nêzîkî 75 parlamenterên Kurd di nava AKPê de hene, heta niha weke Kurd ji bo pirsa Kurdî çi kirine û sedema ku BDPê sînorekî dixe navbera xwe û wan çi ye?

Herwiha wê gelek pirsên ku her du aliyan pêwendîdar dike di programê de werin gotûbêjkirin.

Program ji aliyê rojnamevan Dilbixwîn Dara ve tê pêşkêşkirin.