ENKS û Koalîsyon li Qamişloyê civiyan

Duh li 11:43
RÛDAW
Nîşan ENKS Koalîsyon Scott Bowles Qamişlo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Amerîkayê yê Karûbarên Rojavayê Kurdistanê Scott Bowles li bajarê Qamişloyê Ofîsa Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) ziyaret kir.

Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif ji Rûdawê re behsa naveroka wê civînê kir.

Feysel Yûsif eşkere kir ku her du aliyan dawî rûdanên li Sûriyeyê yên piştî rûxina desthilata Beşer Esed gotûbêj kirin.

Yûsif ragihand ku piştî rûxina desthilata Beşar Esed hevdîtinên wan û Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAŞIŞê (Koalîsyonê) zêde bûne.

Berdevkê ENKSyê da zanîn ku Amerîkayê di civînê de tekez kir ku pêwîst e aliyên Kurdan hev bigirin û bi yek dengî biçin danûstandinan li gel hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bikin.

Bi gotina Yûsif wan ji Amerîka xwestiye ku hewl bide ji bo parastina mafê pêkhateyên li Sûriyeyê.

Divê were gotin ku ev mehek e berdewam şandeyên Fransa û Amerîkayê li gel her du aliyên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê ENKS û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd (PYNK) dicivin û hewl didin ji wan her du aliyan şandeyeke hevbeş a Kurdan ava bikin.

Şandeyên Amerîka û Fransayê çend caran ji aliyên Kurdan re gotiye, divê Kurd bi yek şandeyê li gel hikûmeta demgî ya Sûriyê bicivin û daxwazên Kurdan yek bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst