Keça Kurd a Êzidî piştî 10 salan vegeriya nava malbata xwe

Duh li 03:47
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Sîlvana û apê xwe\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Sîlvana û apê xwe\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Komkujiya Şingalê DAIŞ Idlib Sûriye Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi rijandina hêsirên xemê û şahiyê, keçeke Kurd a Êzidî Sîlvana piştî zêdetirî 10 salan ji revandina DAIŞê bi malbata xwe şad bû.

Sîlvanaya ku hatiye rizgarkirin 30 salî ye. Îro bi bêdengî û çavên tijî hêsir, hemû malbata xwe ya amade ji bo pêşwaziyê hembêz kir.

Sîlvana sala 2014an bi tevî malbata xwe ketibû destê DAIŞê. Ew û 5 xwişkên wê hatine rizgarkirin, cenazeyên du birayên wê û bavê wê di gora komî de hatine dîtin.

Dêya wê û birayekî wê heta niha jî bêserûşûn in.

Silvana ji Rûdawê re axivî got: "Min dixwest azad bibim, vegerim nava malbata xwe lê min ti agahî nedizanî ku çi bi serê wan hatiye, bi rastî gelekî zehmet bû."

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Destê DAIŞê ku bi ser ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve ye ji Rûdawê re got:
"Me lêkolîn kir û demeka me cihê wê keçê zelal kir, me karî ku em wê rizgar bikin û îro bi ew malbata xwe şad bû."

Silvana ji gundê Koçoyê ye û gundê wê li başûrê Şingalê ye. Ew 7ê Kanûna Pêşîn li bajarê Îdlibê yê Sûriyeyê hatiye rizgarkirin.

Piştî ku çekdarên DAIŞê ew revandibû ew biribû Reqayê.

Li gorî gotina DAIŞê jinbira û kesên din ên bi wê re jî birin cihekî nediyar.

15ê Tebaxa 2014an, karesateke mezin bi serê xelkê gundê Koçoyê de hat.

Çekdarên DAIŞê di nava dibistana Koçoyê de 400 mêrên gund qetil kirin û zêdetirî 700 keç û jin jî revandin ku heta niha jî beşeke mezin bêserûşûn in.

Silvana û xwişkên wê piştî azareke mezin hatine rizgarkirin.

Sîlvanayê ji Rûdawê got "Bi vegerîna cem malbata xwe pir dilşad im."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst