Bozyel: Eger PKK çekan dayîne çareserkirina Pirsgirêka Kurd hêsantir dibe

Duh li 02:28
RÛDAW
Nalîn Hesen û Bayram Bozyel /Wêne: Rûdaw Grafîk
Nalîn Hesen û Bayram Bozyel /Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Bayram Bozyel Abdullah Ocalan PKK Şandeya Îmraliyê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bayram Bozyel li ser hevdîtinên li Îmraliyê û rewşa Rojava got, “Bipêşketinên li Sûriye û Rojavayê niha di navenda hevdîtinên Ocalan û dewletê de ne lê Kurd tenê bi bangawaziya Ocalan teslîmî Tirkiyeyê nabin."

Parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder 28ê Kanûna Pêşîn a 2024an li Girava Îmraliyê çûbûn serdana rêberê PKKyê Abdullah Ocalan.

Piştî hevdîtina bi Ocalan re şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ku Ahmet Turk jî beşdar bûbû bi Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş û Serokl MHPyê Devlet Bahçelî re civiyabûn.

Tê çaverêkirin ku şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê li here serdana partiyên siyasî.

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel li ser hevdîtinên bo Ocalan re, pirsgirêkan Kurdan, rêwşa PKK û Rojavayê Kurdistanê bersiva pirsên Nalîn Hesenê da.

Li ser hevdîtina bi şandeya Îmraliyê ya bi PSKyê re Byram Bozyel da zanîn ku heta niha ti daxwaza hevdîtinê ji wan nehatiye kirin û haya wan ji vê yekê nîne.

Her wiha Bozyele amaje bi yekê kir ku divê şandeya DEM Partiyê bi aliyên Kurd re jî bicive û got:

"Eger wisa nebe mesele kêm dimîne û di eslê xwe de xwewiyê meseleyê aliyê Kurd in.

Beriya her kesî divê ev mesele bi aliyê Kurdan re were qisekirin da ku Kurd bikaribin aqilekî muşterek û siyaseteke hevpar peyda bikin û ji bo çareseriyê bi vî awayî bi aliyê dewletê re qise bikin."

"Kurd tenê bi bangawaziya ocalan teslîmî Tirkiyeyê nabin"

Derbarê hevdîtina li Îmraliyê û hevdîtinên bi partiyên siyasî yên li parlamentoyê jî Bozyel wiha anî ziman:

"Meseleya Kurd hem li Rojhilata Navîn hem jî li Tirkiyeyê di rojevê de ye û çareseriyê jî ferz kiriye.

Bi taybetî jî geşedanên li Sûriye û Rojavayê niha di navenda hevdîtinên Ocalan û dewletê de ne.

Ev hewlên Bahçelî ne. Bahçelî û dewletê bifikirin ku li Sûriyeyê valahiyek çêbûye, rejîmek têk çû û bi taybetî jî Îran paşve vekişiya û Hîlal Şîeyan têk çû û şikiya.

Li wir pêşiya Kurdan vebû û îmkanên mezin derketin ku Kurd bibin xwediyê statuyekê. Eger Kurd li Sûriyeyê bibin xwediyê statuyekê wê bandora xwe li Îranê jî hebe û li Tirkiyeyê jî hebe.

"Dixwazin pêşiya hereketa Kurdan bigirin"

Develet Bahçelî û Recep Tayyîp Erdogan niha dixwazin pêşiya vê pêşveçûna hereketa Kurdan bigirin.

Ji bo vê jî xwe muhtacî Ocalan dibînin. Bi aqilê wan Ocalan dikare bandorê li ser tevgera Kurdan a li Sûriyeyê PYD û HSDyê bike û çek berdin heta bikevin bin kontrola Tirkiyeyê.

Tirkiye vê gavê bikaribe vê pêvajoya li gorî menfaetên xwe îdare bike. daxwaza wan ev e lê bi qenaeta min ev tenê bi daxwaza dewletê nabe ji ber ku careke din Kurd naxwazin careke din îradeya xwe teslîmî Tirkiyeyê û yekî din bike.

Li wê derê hêzên mezin hene, Amerîka jî naxwaze kontrola Tirkiyeyê li Rojava zêde bibe. Her wisa Almanya û Fransa jî dixwazin Kurd bigihîjin mafên xwe.

Ji ber vê yekê Kurd tenê bi bangawaziya ocalan teslîmî Tirkiyeyê nabin û dev ji mafên xwe bernadin."

Her wiha Serokê PSKyê Bayram Bozyel ragihang ku ev pêvajo tenê bi daxwaza Tirkiyeyê nabe û belkî Tirkiye jî bi hinek tiştan razî bibe û di dawiyê de wê destkeftiyên Rojava qebûl bike.

Li aliyê din, Bozyel tekez kir ku eger PKK dev ji çekan ber de ew dê pê kêf xwe bibin “ji ber ku ti feydeya wê ji bo hereketa Kurdan nîne, di eslê xwe de zirara wê heye.”

"Bipêşketinên li Rojavayê Tirkiye mecbûr kiriye"

Bozyel amaje bi wê yekê kir ku divê aliyên Rojavayê Kurdistanê bibin yek û siyaseteke Kurdî peyda bikin.

Serokê PSKyê Bozyel diyar kir ku divê Tirkiyey jî siyaseta xwe biguherîne ji ber ku meseleya Kurdan ne tenê meseleya PKKyê ye.

Bozyel got ku destkefiyên li Rojavayê Kurdistanê Tirkiye mecbûr kiriye ku pêvajoyeke çareseriyê bide destpêkirin û dixwaze pêşî li destkeftiyên Kurdan bigire.

Danîna çekan

Di beşeke din a axaftina xwe de Bozyel amaje bi wê yekê kir ku eger PKK dev ji çekan berde ti henceteke Tikiyeyê namîne ku PKKyê wekî hincet li hemberî Kurdan bi kar bîne û rêya dîyolagê hêsantir bibe.

Bozyel got ku li hemberî çekberdanê jî divê dewlet hinek gavan biavêje yên wekî berdana girtiyan, vekirina rêya siyaseytê ji bo yên serê çiya, rakirina tecrîtê ya li ser Ocalan.

Li aliyê din e Bozyel ragihand ku eger PKK dev ji çekan bernede dê hem Qendîl zirar bibîne hem jî îtibara Ocalan kêm bibe û dê Ocalan nikaribe rolekê bilîze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst