Sedema dûxana reş a li ser Hewlêrê çi ye?

Duh li 02:13
RÛDAW
Nîşan Hewlêr Jîngeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî wêneyên ku Rûdawê girtine, îro jî li bajarê Hewlêrê dûxaneke reş asman girtiye.

Birêvebirê Fermangeha Jîngehê ya Hewlêrê Dilşad Hîranî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

“Rêkarên me yên ji bo pakkirina jîngeha Hewlêrê berdewam in û îsal planên me yên nû û cuda dê hebin.”

Birêvebirê Fermangeha Jîngehê ya Hewlêrê Dilşad Hîranî da zanîn ku heta dawiya meha borî, 54 parzûngehên neyasayî yên petrolê li Hewlêr û derdora wê hatine girtin û xwediyên 20 bîran jî hatine desteserkirin.

Yek ji rêkarên din ên ji bo pakkirina jîngeha Hewlêrê cezakirina xwediyên wan jeneratorên ku dûxana reş derdixin.

Birêvebiriya Asayişa Hewlêrê îro di daxuyaniyekê de ragihand:

“Hejmarek parzûngehên ku pêbendî rênimayan nebûn hatin girtin.”

Birêvebirê Fermangeha Jîngehê ya Hewlêrê Dilşad Hîranî anî ziman:

“Ew bîr zerereke mezin digihînin jîngeh, hewa, ax û ava bin erdê, ji ber vê biryara girtina wan hat dayîn.”

Li gorî amarên Parêzgeha Hewlêrê 138 parzûngehên  neyasayî li nav sînorên parêzgeha Hewlêrê hene.

Birêvebiriya Asayişa Hewlêrê di daxuyaniya xwe ya pêncşema borî de got:

“Ew parzûngehên hatine girtin bi danîna parzûngehên duyem gazeke kalîteya nizm berhem tînin û di dema hilberînê de gazeke jehrî berdidin jîngehê ku gelekî ziyandar e.”

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw destpêka Nîsana sala borî ragihand, parzûngehên neyasayî dê bên girtin lê 12ê heman mehê ragihand:

“Parzûngeh çavkaniya jiyana beşek ji xelkê ne lê nabe bibin beşek ji têkdana jîngeha bajêr.

Biryara girtina parzûngehan nehatiye hilweşandin lê kar tê kirin ku li derveyî bajaran erd ji wan re bê dabînkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst