Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdsitanê bazara otomobîlên destê duyan bi awayekî ber bi çav kêm bûye.
Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê li bazara otomobîlên destê duyem hem kiryar hem jî firoşkar ji bahayê zêde yên otomobîlan bi gilî û gazin in.
Yên li otomobîlan dinêrin zêde ne lê yên ku dawiya rojê bi wî pereyê di berîka xwe de li otomobîleke li bazarê siwar dibin û vedigerin malê gelekî kêm in.
Sedem jî bi gotina kiryaran biha û rewşa aborî ye.
"Min otomobîla xwe firot lê ez nikarim yeka din bikirim"
Kiryarê otomobîlê Galip Çoban got, "Min otomobîla xwe firotiye lê derfeta min nîne niha yeka din bikirim. Nirx gelekî bilind in.
Ez difikirim yekê bikirim lê dibêje bi milyonek û 300 hezar lîreyî, ka em binêrin dê çawa be."
Firoşkarên otomobîlan her dawiya hefteyê otomobîlên xwe ji bo firotinê tînin bazarê.
Bazara wan kesad e û ew jî wekî kiryaran bi gilî û gazin in.
"Bazara otomobîlan rawestiyaye"
Firoşkarê Otomobîlan Cebrail Gozcu wiha anî ziman, "Bazara otomobîlan bi awayekî giştî rawestiya ye.
Bi taybetî çend mehên dawî me ti otomobîlek nefirotiye. Bandora nirxan gelekî li ser kiryaran heye. Tenê tên û lê dinêrin, mixabin nakirin.”
"Mirov nikare bi mûçeyê herî kêm nan bikire ne ku otomobîl"
Firoşkarê otomobîlan Şerafettin Çelîkbaş wiha axivî, "Bazar niha rawestiya ye û qerebalixiyeke ziwa heye. Em li Wanê ne û kar nîne. Hûn dizanin zivistan e.
Me jî otomobîlên xwe anîne û difikirin bifiroşin lê niha bazar rawestiya ye. Bi mûçeyê herî kêm ne otomobîl, tu nikarî nan pê bikirî. "
Giraniya bacan
Firoşkar û kiryar sedemên bêbazariya otomobîlan bi rewşa xirab a aborî û nirxê bilind ve girê didin, lê di bingeha xwe de sedema sereke bacên OTV û KDV yên dewletê ne ku rêjeya her duyan bi hevre ji 100 zêdetir.
Wekî mînak otomobîleke sifir bê bac bi 30 hezar dolarî be, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî bacan 60 hezar dolarî derbas dike.
Wate eger welatiyek bixwaze otomobîlekê asayî bikire neçar e yekê jî ji dewletê re bikire.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse