Piştî 30 salî hat berdan, neviyên wî ew pêşwazî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Mehmet Îldem piştî ku 30 salî girtî ma, di 65 saliya xwe de ji girtîgehê hat berdan.

Îldem li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ji aliyê neviyên xwe ve hat pêşwazîkirin.

Mehmet Îldem, sala 1993yan li Edeneyê hat binçavkirin û Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparçeyiya welêt” cezayê heta hetayê lê birî.

Îldemê ku li Girtîgeha Burhaniyeyê ya Balikesîrê dihat girtin, duh hat berdan.

Li gorî nûçeya MAyê, Îldem berê xwe da bajarê xwe Mêrdînê û li balafirgehê ji hêla nevî û xizmên xwe ve hat pêşwazîkirin.

Herwiha hinek rêvebirên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAYDER), Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî Îldem pêşwazî kir.

Dema Îldem çav li nêviyên xwe yên biçûk kir, xwe negirt û rondik ji çavên wî bariyan.

“Ji bo azadiya gelê Kurd ev dem jî kêm e”

Îldem li wê derê bi bîr anî ku 30 salî girtî maye û got:

“Lê ji bo azadiya gelê Kurd ev dem jî kêm e. Em çiqasî girtî jî bimînin kêm e. Em çiqasî di girtîgehê de jî bimînin ne pirsgirêk e.

Ji bo me ne zehmet e. Em dê bi awayekî ji girtîgehê derkevin. Heta ku îradeya mirov hebe, ev zehmet nayê.

Ez ne poşman im. Em dê heta dawiyê di vê rêyê de bimeşin.”

Îldem piştre derbasî gundê gundê Alucayê yê navçeya Rişmîlê ya Mêrdînê bû û li vê derê jî guhdiyan ew pêşwazî kir.