Li Bêdlîs û Wanê ji ber berfê perwerde nîne

05-01-2024
RÛDAW
Nîşan Bedlîs Barîna Berfê Wan Dibistan Perwerde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bêdlîsê û navçeyên Bêgirî, Miks û Mehmûdiyeyê yên parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, îro ji ber berfê dibistan hatin girtin.

Li gelek herêmên Bakurê Kurdistanê, berf û baran berdewam dikin û bandoreke xirab li jiyana rojane dikin.

Parêzgariya Bêdlîsê ragihand ku li navenda bajêr û gundên ser bi navendê ve, ji ber berfê hemû dibistanên dewletê û yên taybet hatine girtin û perwerde nayê kirin.

Li gorî biryara parêzgariyê, karmendên jin ên ducanî û karmendên xwedî pêdiviyên taybet bi destûr tên hesibandin û îro naçin kar.

Qeymeqamtiyên Bêgirî, Miks û Mehmûdiyeyê jî ragihand ku li her sê navçeyan rewşa keşûhewayê bandoreke xirab li jiyanê kiriye û ji ber berfa ku dibare û qeşayê îro dibistan hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst