Li Efrînê teqîn: 3 kes birîndar bûn

05-01-2024
RÛDAW
Nîşan Efrîn Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navenda bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû, 3 kes birîndar bûn.

Li gorî medyaya herêmî danê êvarê di encama teqînekê li navenda bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê de 3 welatiyên sivîl birîndar bûn.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku teqîn ji ber bombeyekê pêk hatiye.

Li gorî dîmenên hatine belavkirin, dengê çend ambulansan li cihê bûyerê tê bihîstin û hejmareke zêde ya welatiyan kom bûne ku zerera madî çêbûye.

Rêveberiya Xwecihî ya Efrînê heta niha derbarê ziyanan de ti agahî belav nekirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst