Êlih: 19 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin

05-01-2024
RÛDAW
Nîşan Êlih PKK Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê 19 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin û piştî karûbarên îfadeyê hatin berdan.

Ji 2 kesên ku bi gumana DAIŞê hatibûn desteserkirin jî yek ji wan hat girtin.

Parêzgariya Êlihê ragihand ku hêzên ewlehiyê bi fermana Serdozgeriya Komarê û hevahangiya Saziya Îstixbaratê û Rêveberiya Ewlehiyê, li parêzgehê bi hinceta “terorê” operasyonek daye destpêkirin.

Hêzên ewlehiyê di çarçoveya operasyonê de bi ser gelek navnîşanan de girtin û 19 kes bi hinceta “endamtî û propagandaya PKKyê” desteser kirin.

Hêzên ewlehiyê kesên destserkirî piştî karûbarên yasayî birin dadgehê.

7 ji wan bi biryara dadgehê hatin berdan û 12 kesên din jî bi mercê kontrola edlî hatin berdan.

Di heman operasyonê de 2 kes jî bi hinceta “endamtî û alîkariya DAIŞê” hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê her du gumanbarên DAIŞê piştî karûbarên îfadeyê birin dadgehê.

Yek ji wan bi biryara dadgehê hat girtin û yê din jî bi mercê kontrola edlî hat berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst