WAN - 50 salan cixare kişand: Bi gotineke bijîşk dev jê berda

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê kesekî ku 50 sal in cixare dikişand, bi gotina bijîşkekî kir û dev jê berda.

Newzat Aydinê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê dihat dermankirin hevaltiya xwe 50 salî ya bi cixareyê re bi dawî anî.

Newzat Aydinê ku 50 salan cixare kişand got:

“Ez 2 şevan li beşa çavdêriya hûr hatim razandin. Zilamekî pak li derve ji min re got, tu nexweş î? Min got belê xwîn ji mîdeya min tê.

Wî got ne heyf e ku tu cixareyê dikişînî? Piştre got ez bijîşk im û soz didim eger tu cixareyê nekişînî ez dê  ji serî heta binî te pişkinîn bikim. Min jî û wî jî soza xwe bi cih anî.”

Bijîşkên nexweşxaneyê dibêjin zêdetirî nîvê nexweşan ji ber cixareyê ketine rewşa xirab.

Newzat Aydinê ku bi salan e rojê 2 paket cixare dikişandin û guh nedida kesî lê bi gotineke bijîşkekî nêrîna wî guherî.

Ew niha rojane serdana wî bijîşkî dike. Pişkinînên taybet jê re tên kirin û çareserî û rêkarên pêdivî werdigire.

Bijîşk Remzî Sarikaya anî ziman:

“Min rojekê ew dît, dema ji nexweşxaneyê derdiket cixare dikişand. Min jî soz da wî ku eger dawî li kişandina cixareyê bîne ez dê mehekê bi berdewamî çareseriya bijîşkî ya taybet jê re bikim.

Em kêfxweş in. Rast e nexweş yek kes e lê di warê hişyariyê de ji bo me girîng e.”

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî derdora ji sedî 28ê xelkê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê cixarekêş e. Wate ji tevahiya 85 milyon welatiyan nêzîkî 20 milyon kes cixareyê dikişînin.