Şandeke PAKê li Rihayê seredana Malbata Şenyaşar kir

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeke Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê serdana Malbata Şenyaşar kir ku li pêş Dadgeha Rihayê “nobeta edaletê” digire.

Şandeke PAKe ya ku ji cîgirên serokê giştî yên PAKê Nurullah Timur û Vahît Aba, endamên Meclîsa Partiyê ya PAKê Mehmet Dortyama û Mehmet Alî Yilmaz pêk hatî, îro Pêncşemê 5ê Çileya 2023yan li Rihayê ji bo piştevaniya xwe nîşan bide seredana Malbata Şenyaşar kir.

Li gor daxuyaniya Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê, ji ber ku Emîne Şenyaşar ji bo emelîyata xwe li nexweşxaneyê bû, kurê wê Ferît Şenyaşar nobeta malbatê berdewam dikir. Ferît Şenyaşar pêşewazîya heyeta PAKê kir.

Şanda PAKê hemû êrîş, neheqî û zordariyên ku li Malbata Şenyaşaran hatine kirin şermezar kirin û got: “Em bi her awayî piştgiriya we dikin. Ev lêgerîn û helwesta we ya ji bo edaletê, di eslê xwe de beşek e ji doza têkoşîna azadîya gelê Kurd, beşek e ji lêgerîn û têkoşîna gelê me ya ji bo mafên demokratîk, edalet û wekhevîyê ye.”

Ji aliyê din ve Ferît Şenyaşar jî li ser navê malbata xwe spasiya şanda PAKê kir.

Malbata Şenyaşar di Hezîrana 2018an de rastî êrîşeke bi çek a malbat û eşîra Halîl Îbrahîm Yildiz  ê parlementerê AK Partiyê hatibû. Hecî Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal birîndar bibûn. Piştî ku ew rakiribûn nexweşxaneyê jî heman eşîrê avêtibûn ser nexweşxaneyê û hersê kuştibûn. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît jî him ji bo ku tawanbar bên cezakirin û him cî kurê wê yê ku bi birîndarî hatibû zindanîkirin û ceza lê hatibû birîn bê berdan, zêdeyî du salan e li ber dadgeha Rihayê çalakiya dadweriyê dimeşînin.

Doza ku li ser komkujiê hatiye vekirin jî ji ber sedemên ne diyar nameşe û tevî ku bi dehan kesan êrîşî malbatê kiribû tenê kesek girtî ye.