Ew welatiyê Kurd çend demjimêran piştî vegera ji umreyê wefat kir

05-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Hec û Umreyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, heciyekî Kurd ê xelkê Duhokê ku ji bo heca Umreyê çûbû Siûdiyê, çend demjimêran piştî vegera bo welat canê xwe ji dest daye.

Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Hec û Umreyê li Herêma Kurdistanê, Karwan Stûnî îro Pêncşemê 5ê Çileya 2023an di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, “Duh Çarşembê hemwelatiyê bi navê Selam Teha Qarqavayî ku niştecihê bajarê Duhokê bû, piştî pêkanîna sunneta Umreyê û vegera bo Herêma Kurdistanê, tenê çend demjimêran piştî ku gihîşt mala xwe koça dawî kiriye.”

Rêveberiya Giştî ya Hec û Umreyê ya Herêma Kurdistanê sersaxiyê ji bo malbat û xizmên wî kesî dixwaze û dibêje, “Em ji Xwedê dixwazin wî bi biheşta xwe şad bike û sebrê jî bide xizmên wî.”

Karwan Stûnî aşkere jî kir, ji destpêka werza nû ya Heca Umreyê ve heta niha ew 8mîn welatiyên Kurd e ku koça dawî kiriye. ku pênc ji wan zilam û 3 jin in.

Heft kesên din li Siûdiyê koça dawî kirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst