Li Sêrtê zarokê 2 salî şekir di qirika wî de ma û canê xwe ji dest da

05-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xizxêrê ya ser bi parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê ve, zarokê du salî ku şekir çû qirika wî canê xwe ji dest da.

Li gor zanyariyan, li gundê Deştadarê yê navçeya Xizxêrê, zarokekî 2 salî yê bi navê Omer Faruk Acikca dema li malê bi birayê xwe re lîstiye, şekir xwariye û di qirka wî de maye.

Piştî ku malbat rewşê dibînin û pê dihesin ku şekir di qirka Omerê 2 salî de maye, yekser kurê xwe radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Xizxêrê.

Li gor agahiyan, tevî hemû hewldanên li nexweşxaneyê Omer Faruk ê 2 salî canê xwe ji dest da.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst