Li Qersê bo dema 7 rojan qedexeya çalakiyan hat ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) - Di demekê de ku biryar e îro Pêncşemê 5ê Çile termê Abdurrahman Kizil ji Fransayê bigihe Qersê û bi merasîmekê bê veşartin, li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê bo dema 7 rojan hemû çalakiyên wek xwepêşandan, meş, civînên çapemeniyê, grev û vedena çadiran hatin qedexekirin.

Biryara qedexeyê ji aliyê Parêzgariya Qersê ve hatiye ragihandin. Parêzgariya Qersê duh 4ê Çileya 2023an li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku ji 4ê Çile heta 10ê Çileya 2023an bo dema 7 rojan hemû çalakiyên wek xwepêşandan, çalakî, meş, vedana çadir û daxuyaniyên çapemeniyê, kombûn, komkirina îmzeyan û belavkirina belavokan hatine qedexekirin.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku bi armanca yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.

Li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn.

Ev di demekê de ye ku biryar e îro Pêncşemê cenazeyê Abdurahman Kizil yek ji Kurdên ku li Fransayê di êrîşekê de hatibû kuştin û bi xwe xelkê Qersê ye li wî bajarî bi merasîmekê bê veşartin.

Qedexeya li parêzgeha Qersê û piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê ku ji sala 2016an ve piştî hewla derbeya 15ê Temûzê hatiye ragihandin, bi berdewamî tê dirêj kirin.