HSD: Di roja 8an a operasyonê de 10 çekdarên DAIŞê hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku şervanên wan û hêzên navxwe li Kampa Holê û derdora wê heta bi Çiyayê Kokeb operasyon pêk anîne û 10 çekdarên DAIŞê girtin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di roja 8 a operasyona Birûska Cizîrê, serdegirtina li navendên şaneyên DAIŞê zêde kir.

HSD di daxuyaniya xwe de dibêje, hêzên me vê sibehê li gundewarê Holê, Rojhelatê bajarê Hesekê li qeraxê çiyayê Kokeb operasyon pêk anîn.

Li wan herêman di dema dawî de tevgera şaneyên DAIŞê hebû.

Piştî girtina agahiyan, hêzên ewlekariya navxweyî li kampa Holê 8 çekdarên DAIŞê girtin.

Di heman demê de hêzên hevbeş li 23 gund û mezreyên li gundewarê Rojhelatê Hesekê xebatên lêgerînê pêk anîn û 2 çekdar girtin.

Her wiha hejmareke mezin ji çek û teqemeniyên wan çekdaran desteser kirin.

Roja 29ê Kanûna 2022an, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dest bi Operasyona Birûska Cizîrê li dijî şaneyên DAIŞê li parêzgeha Hesekê kir, di roja duyemîn a operasyonê de 52 çekdarên DAIŞê girtibûn, her wiha dest danîne ser hejmareke zêde ya çek û teqemenî û cilûbergên DAIŞê.

Her wiha di encama rojên 3 û 4 ên operasyona Birûska Cizîrê de li dijî şaneyên DAIŞê li gundewarên Qamişlo û Hesekê Hêzên Sûriyeya Demokratîk karîn 40 çekdarên DAIŞê û kesên ku ji aliyê lojîstîkî ve alîkariya wan kirine bigirin.