Cenazeyên qurbaniyên êrîşa Parîsê li Bakur û Başûrê Kurdistanê hatin veşartin

05-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Cenazêyê hersê qurbaniyên êrişa li Parîsê îro gihîştin Bakur û Başûrê Kurdistanê û cenazeyê Abdurrahman Kizil li navçyeya Qaxizmanê ya Qesrê hat veşartin û cenazeyê Emîne Kara (Evîn Goyî) ji Silêmaniyê bo Qendîlê şandin û biryar e cenazeyê hunerme Mîr Perwer jî Mûşê bi axê were spartin.

Li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li paytexta Fransayê bajarê Parîsê di 23ê Kanûna 2022yan de êrişek çekdarî pêk hat û di êrişê de Endama Konseya Rêveber a KCKê Emîne Kara, endamê Tevgera Çandê hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û Abdurrahman Kizil canê xwe ji dest dabûn.

Îro Pêncşemê 5ê Çileya 2023yan cenazeyê Abdurrahman Kizil û Mîr Perwer gihîtin Bakurê Kurdistanê û cenazeyê Emine Kara jî gihîşt Herêma Kurdistanê.

Cenazeyê Kizil hat veşartin

 

Cenazeyê Abdurrahman Kizil di bin tedbîrên tund ên ewlehiyê de li gundê Qeregûnî yê navçeya Qaxizman a Qersê hat veşartin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlamenterên HDPê Saît Dede, Remziye Tosun, malbata Kizil û hemareke kes beşdarî merasîma bi xak spartinê bûn.

Xwîşka Abdurrahman Kizil li ser gora wî ji Rûdawê re got: “20-30 sal bûn me hevdu nedîtibû, birayê me li xerîbiyê bû ku ji me re gotin ew kuştine.”

Hevseroka DBPê Salîha Aydenîz di merasîma cenazeyê Kizil de axivî û xwest ku Fransayê hêzên li pişt êrişê eşkere bike. 

Salîha Aydenîz diyar kir ku destû nehat dayîn li gor mercên Îslamê cenaze veşêrin  û got: “Bila her kes baş bizanibe Abdurrahman Kizil şehîdê gelê kurd e. Em li ser rêç û şopa têkoşîna wî bimeşin. Tevî vê zilma hov jî wê gelê kurd paşve gavan neavêje. Divê hikûmeta Fransayê di zûtirîn demê de kujeran derxe holê. Divê êriş wek êrişek terorî were pênasekirin.”

Cenazeyê Emîne Kara bo Qendîlê hat şandin

Cenazeyê Emîne Kara îro danê sibê bi rêya Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê gihîşte Silêmaniyê û ji wir birin Mizgefta Ehmed Hecî Elî.

Di merasîma li vir de xaltîka Kara, Medîne Kara ji rojnamevanan re axivî û got: “Hêvîdar im Evîn bibe şehîda dawî ya Kurdistanê. Bila Xwedê vî şerî ji me dûr bixe. Ji hemû Kurdan re sersaxiyê dixwazim û êdî bila xwîn nerije.”

Pişt re jî cenazeyê Kara bi karwanekî ber bi Qendîlê ve hat rêkirin û li wê derê bi axê hat veşartin.

Termê Mîr Perwer li Mûşê hat veşartin

Li Muşê girseyek di bin tedbîrên tund ên ewlehiyê de pêşwaziyê li termê qurbaniyê êrîşa Parîsê hunermend Mîr Pewer kir.

Cenazeyê Perwer ji aliyê Hevserokê KCDê Berdan Ozturk, parlamenterên HDPê û malbata wî ve ji Balafirgeha Mûşê hat wergirtin û xwestin bibin bajarokê Ewranê, lê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê dest danîn li ser cenaze û wan bixwe birin.

Peyamnêrê Rûdawê Maşallah Dekak da zanîn ku cenazeyê Mîr Perwer bajarokê Ewanê di bin dorpêçê de hate veşartin û hêzên ewlekariyê nehiştin girseya ji bo pêşwazîkirina cenaze amade bibû derbasî bajarok bibin û tenê bo endamên malbatê hat dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst