Li Bakurê Kurdistanê sir û serma bandorê li ser jiyanê dike

Hewlêr (Rûdaw) – Li Bakurê Kurdistanê pêleke sir û sermayê çend bajar dane ber xwe û bandoreke  nerênî li ser jiyana rojane ya xelkê dike.

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, hewaya sar û berfa zêde bandoreke nerênî li jiyana rojane ya welatiyan dike.

Agirî

Li Agiriyê jî ji ber serma û hişkiyê serê sibê mij çêbû. Li bajêr çem û robar qerisîn. Ji ber sermayê hin welatiyan betanî avêtin ser otomobîlên xwe da ku qeşa negrin.

Ji aliyê din ve Gola Masiyan a li Agiriyê ku her demsal mêvanên wê kêm nabin ji ber sermaya zêde qerisî.

Gola bi qasî 30 kîlometre dûrî navçeya Avkevirê ye û ji ber masiyên di nav xwe de û çûkên li ser xwe dihewîne ji alî gelê herêmê ve wek bihuşta veşartî tê binavkirin.

Di demsalên bihar û havînê de çar aliyê golê wek bûka baranê reng rengî dibe. Di demsalên payîz û zivistanê de jî herêm bi reng û rûçikên wan dixemile.

Di van rojên dawîn da ji ber sermaya zêde rûyê golê bi tevahî qerisî û gola raqima wê 2 hezar û 241 e ji mêvanan xalî nabe. Ava golê ji ber ku paqij e mirov binê cemedê dibîne

Erzerom

Li parêzgeha Erzerom jî bandora hewaya sar berdewam dike.

Li Erzeromê piştî berfa ku duh êvarê dem demî barî camên otomobîlan, rê û rûbaran qeşa girt. Hin welatiyan betanî avêtin ser wesayîtên xwe ku ew qeşa negrin.

Li Erzeromê nîvê şevê germahiya herî nizim di bin sifirê de bi 6 pileyan hat pîvan. Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê germahiya herî zêde li wê parêzgehê 0 pile be.

Li tevahiya herêmê li ciyên ku xetereya şepeyê heye, welatî û yên têkildar divê baldar bin.

Erdexan

Li Erdexanê berfa ku duh êvarê barî şev jî dewam kir. Piştî berfê cade û rêyan qeşa girt.

Tîmên şaderariyê û rêbejayê berf paqij kirin û xwê reşandin.

Li Posofa navçeya Erdexanê ji ber berf û pûka zêde rêya 53 gundan hat girtin. Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyên gundan ên girtî ne hewl didin.

Erzingan

Li bajarê Erzinganê jî ji ber berfa bi tesîr di çûn û hatina li deverên bilind de zehmetî çêdibe.

Ji ber rewşa hewayê li navenda bajêr rêya 5 gundan, li Mansî rêya 6 gundan, li Tercanê rêya 3 gundan, li Uzumluyê rêya 6 gundan, li Gêrcanis rêya 3 gundan, li Kemahê rêya 6 gundan, li Egînê rêya 6 gundan û li Îliçê jî rêya 3 gundan bi tevahî rêya 38 gundan ji ber berfê hatiye girtin.

Ekîbên Îdareya Taybet ji bo vekirina rêyan xebatên xwe didomînin.

Wan

Li Wan ji ber berfa zêde û mercên hewayê yên nerênî rêyên 287 gund û navçeyan hatin girtin.

Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji ber mercên hewayê yên nerênî rêyên 287 gundan hatine girtin û bi armanca paqijkirina van rêyan 3 roj e kar û xebat berdewam in.

Li navçeya Qerqelî ya ser bi Wanê jî ji ber hewaya sar ji serbanên kargeh û malan zembelîlk berjêr bûne û ji aliyên tîmên şaredariyê ve tên şikandin û paqijkirin.

Li gor daxuyaniya Qeymeqamê Qerqeliyê jî berfeke zêde bariya ye û ji ber metirsiya qeşayê îro 5ê Çileya 2022an bo rojekê dibistanên seretayî û navendî bo rojekê hatine girtin.

Herwiha li navçeya Sarayê jî bi heman sedemê û ji ber girtina rêyan bo rojekê perwerde hatiye rawestandin.

Bedlîs

Li gor agahiyên Rêveberê Xizmetgûzariya Veguhestin û Rêyan Umit Kurtkan, li parêzgeha Bedlîsê jî rêyên 9 gundan ji ber berfê hatine girtin û tîmên şaredariyê hem li gundan û hem jî li kolanên nav bajêr li ser kar û xebatên xwe yên paqijkirina berfê berdewam in.

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê, di van rojên dawî de berfeke zêde bariya ye û pileya germê bi şevan heta 25-30 pile dadikeve bin sifrê.

Ciyên bilind ên bajêr ên di bin berfê de dîmenên sipehî derxistin holê.

Sêwaz

Li Sêwasê ji ber berfê rêya 71 gundan ji çûn û hatinê re hat girtin.

Li gor daxuyaniya Îdareya Taybet a Bajêr da ji ber berfa li bajêr bi tesîr bû rêya 71 gundan girtî ye.

Ji bo vekirina rêyên li gundên navçeyên Zara û Sûşehriyê jî tev bo paqijkirina rêyan 32 greyder, 22 barker, 6 dozeran û 7 qamyonên berf paqijkirinê û 136 karmend dixebitin.

Ji hêla din va li navenda bajêr jî hewaya sar tesîra xwe nîşan dide û ji ber berfê jî dîmenên xweş derketin holê.

Dîlok

Dîlok di bin tesîra mij û xumamê da ye.

Li bajarê ku sir û sermayê tesîra xwe nîşan da, bi şev mij derket û ber destê sibehê bêtir bandora xwe nîşan da.

Li bajêr mesafeya dîtinê heya 20 metreyan daket, ajokaran zehmetî kişand.

Ekîbên polîsan jî li ciyên herî qelebalix ên bajêr kontrolên xwe zêde kirin, ajokar hişyar kirin ku di mijara lez û rêgezên trafîqê da baldar bin.

Xarpêt

Li Xarpêtê ji ber sir sermayê rûyê Bendava Cîpê cemidî.

Rûyê Bendava Cîpê ya li Cîpa gundê 13 kîlomêtro dûrî navenda bajêr ji ber sermaya dakete 10 pileyên binê sifirê cemidî.

Bi derketina tavê re rûyê bendavê biriqî û dîmenên xweşik derketin holê.

Welatiyên hatin li texma bendavê geriyan dîmenên xweşikdîtin û wêne kişandin.

Tê texmînkirin ku nava rojê germahiya herî zêde li Tunceliyê 5, li Îdirê 2, li Erziromê 0, di bin sifirê da li Agirî û Erzinganê 1, li Qersê 3 û li Erdexanê jî 6 pile be.

Li tevahiya herêmê li ciyên ku xetereya aşûtê heye, welatî û aliyên peywendîdar tên hişyarkirin ku tedbîrn pêwîst werbgirin.