Serlêdana ji bo dersên bijarte yên Kurdî dest pê kir

05-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê dema serlêdana ji bo dersên bijarte yên kurdiya kurmancî û zazakî dest pê kir û dê heta ê Çileya 21ê Çileyê berdewam bike.

Pêvajoya hilbijartina dersên hilbijartî yên ku dê di heyama Perwerdehiyê ya 2022-2023an de li dibistanên navîn ên girêdayî Wezareta Perwerdeyê yaTirkiyeyê dest pê kir.

Di vê çarçoveyê de li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 3yê Çileya 2022yê ji bo dersên bijarte yên kurdiya kurmancî û zazakî û serlêdan dê heta 21ê Çileya 2022yê ji aliyê malbatan ve bê kirin.

Wek salên berê îsal jî şert û mercên dersên hilbijartî neguherî.

Di daxuyanîya Wezareta Perwerdeya Tirkiyê de ya derabrê vê mijarê de wiha hat gotin: "Di serîlêdana dersên bijartê yên li dibistanên navîn de dê toleran bê dayîn û her rêvebiriya dibistanekê ji herî zêde 10 dersan grûpekê ava bike. Di beşa dersên bijartê de li gorî derfetên hene xwendekar dê li dibistanên xwe perwerde bibin."

Li gorî vê, eger herî kêm 10 xwendekar heman dersê li dibistanan hilbijêrin, dersa bijarte ya têkildar dikare were dayîn.

Dîsa yek ji mijarên herî girîng jî mamosteyên ji bo dersên bijarte li dibistanan bên tayînkirin e. Di salên derbasbûyî de tayînkirina mamostayên kurdî yek ji mijarên gengeşê bû.

Li gorî yasaya perwerdehiyê ya Tirkiyeyê zarokên polên 5,6,7 û 8an dikarin dersa kurdiya kurmancî û zazakî hilbijêrin. Lê digel hemû hewldanên malbat û sendîkayên pêwendîdar jî ev maf tenê li ser kaxizê dimîne.

Dersên bijarte di sala 2012an de bi guhertinek di Makezagona Tirkiyeyê de, di bin navê “Zimanên Dijîn” de bû yasayî.

Di heman salê de li 28 parêzgehan 18 hezar û 847 xwendekaran dersa kurdî (kurmancî-zazakî) hilbijartin.

Lê ji wê rojê heta niha tenê hejmareke gelek kêm a mamosteyên kurdî hatine tayînkirin. Ji ber netayînkirina bi hezaran mamosteyên kurdî, dersa bijarte ya kurdî di pratîkê de tê astengkirin.

Li gorî "nexşeya dersa bijarte ya kurdî" ya Wezareta Perwerdehiya Tirkiyê, ji ber ku li gelek parêzgehan hejmara pêwîst 10 xwendekaran nehate bidestxistin, kurdî wekî dersa bijarte nekarî di dibistanan de cihê xwe bigire.

Lê li gorî malbatên wan xwendekarên ku daxwaza dersa kurdî ya bijarte kirine, hin rêvebirên dibistanan ji ber ku cihên polan wan kêm bû wan rê li ber hilbijartina dersa bijarta ya Kurdî girtin. Herwiha li hinek dibistanan jî ji ber nebûna mamosteyê zimanê kurdî, xwendekar neçarbûne ku berê xwe bidin dersên din ên bijarte.

Di sala 2011an de li Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdinê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî hat vekirin. Paşê heman beş li Zanîngehên Çewlikê, Mûşê, Wanê û Amedê jî hat vekirin û dersan dest pê kir. Heta niha zêdeyî 2 hezara kesan beşa mamostetiya Kurdî qedandine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst