Li Bedlîsê xwediyên ajelan gamêş û hespên xwe di germavê de dişon

05-01-2022
RÛDAW
Di hewaya sar de xwediyên ajelan nêzîkî 3 demjimêran gamêş û hespên xwe di germavê de dihêlin
Di hewaya sar de xwediyên ajelan nêzîkî 3 demjimêran gamêş û hespên xwe di germavê de dihêlin
Nîşan Bedlîs Gamêş Germav
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê welatî hesp û gamêşên xwe yên ku zivistanê di tewlê de ne, dibin di germavan de dişon. Xwediyên ajelan hewaya sar, heywanên xwe dibin germava ku germahiya wê 40 pile ye û wan ji herî û qirêjê paqij dikin.

Li navçeya Norşînê ser bi parêzgeha Bedlisê ya Bakurê Kurdistanê welatiyên ku ji ber sermayê nikarin gamêş û hespên xwe derxînin derve dibin germavê û li wir paqijiya wan dikin da ku ji gurrîbûnê biparêzin.

Niştecihên gundê Budakliyê ku 7 kîlometre dûrî Norşînê ne, gamêş û hespên xwe dibin germavê ku zivistanê pileya germahiya ava wê  nêzîkî 40 pileye û bi xwe jî bi ajelên xwe re dikevin germavê.

Niştecîhê gundê Budaklî xwediyê ajelan Baran Aylu dibêje: “Heftê carekê em gamêş û hespên xwe tînin vê germavê. Ji ber sermayê zêde di hindir de dimînin  û qirêj dibin. Em wan tînin vê derê bo paqij bibin û carna em bi xwe jî dikevin germavê.”

Di hewaya sar de xwediyên ajelan nêzîkî 3 demjimêran gamêş û hespên xwe di germavê de dihêlin daku gûrî nebin.

Niştecihê gundê Budaklî Halit Akin jî got: “Nêzîkî 6 salan e ez gamêşan xwedî dikim. Her zivistanê bo paqijiyê ez wan tînim vê germavê. Bi vî awayî ajelên me hêj tendirûst û baş dimînin.”

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, hewaya sar û berfa zêde bandoreke nerênî li jiyana rojane ya ajeldaran jî dike. Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê zivistanê pileya germê dadekeve binê sifirê heta 20 pileyî û ji ber vê yekê  Cihên çêrandina ajelan qeşa digire û ajel di dîtina xwarinê û derketina derve  de zehmetiyan dikşînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst