Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo 11 bendavan budce terxan kir

05-01-2022
RÛDAW
Nîşan Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî Nûkirina Bendavan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo nûkirina 11 bendavên Herêma Kurdistanê pêşniyar terxankirina milyar û 250 milyon dinar pesend kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê, li ser pêşniyara wezaretê, bûdceya bi qasî milyar û 250 milyon û 250 hezar dînar (856 hezar dolar) ku ji bo nûkirina 11 bendavên dihat xwestin, ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hat pesendkirin.

Li gorî daxuyaniyê, bendavên ku tê plankirin bên nûkirin wiha ne; Bendava Dêgele ya Hewlêrê, bendavên Herawe, Kadirkerem, Avêspî yên Duhokê, bendavên Şiwesur, Heşe Zîne, Çeme Simore, Keşkan û Bêdohê yên di nava sînorên rêveberiya taybet a Germiyan de ne.

Di van salên dawî de bi taybetiy îsal ji ber hişkesaliyê çavkaniyên avê yên Herêma Kurdistanê gelekî kêm bûne.

Li aliyê din ve siyaseta avê ya Tirkiye û Îranê jî ji wan faktoran in ku bandorê li Herêma Kurdistanê dikin.

Ev rewş di serî de çavkaniyên ava vexwarinê zerareke cidî dide sektora çandiniyê.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi budceya di dest de ji bo kêmkirina bandora hişkatiyî hewl dide li hember kirîza avê gavên pêwîst bavêje.

Li gor zanyariyên Komîsyona Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Parlamentoya Kurdistanê, li Herêma Kurdistanê 25 projeyên bendavên mezin û navîn hene. Ji bo îhaleya 9 ji wan 60 şîrketên navxweyî û biyanî proje pêşkêş kirine. Di qonaxa yekem de dê li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê bendav bê çêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst