Komxebata Tifaqa Kurdistanî li dijî biryara Serokê Şaredariya Pîranê derket

Hewlêr (Rûdaw) - Komxebata Tifaqa Kurdistanî ya bi pêşengiya HDPê, îro di daxuyaniyekê de helwest û kiryarên Serokê Şaredariya Pîran a Amedê Felat Aygoren şermezar kir û ragihand, Aygoren bi tunehesibandina partiya xwe ya berê PDK-Bakur û herwiha HDPê tevdigere û bêyî ti sedemekê Alîkara Serokê Şaredariyê Yasemin Ûçer ji kar avêtiye. Tifaqa Kurdistanî diyar kir, ku ew ji kar avêtina Yasemîn Ûçer red kirin û vê yekê qebûl nakin.

Di daxuyaniya xwe de, Komxebata Tifaqa Kurdistanî amaje bi avakirina Tifaqa  Kurdistanî ya Hilbijartinan ya di bin sîwana HDPê de ji bo hilbijartinên herêmî yên 2019 kiriye û ragihandiye: “Berî hilbijartina herêmî ya 29 Adar 2019 an, ji aliyê partî û tevgerên cuda ve Tifaqa  Kurdistanî ya Hilbijartinan hat avakirin û di bin banê HDPê de kete hilbijartinên herêmî. Ji endamên tifaqê ên ku serokatiya şaredariyan bi dest xistin yek ji wan jî navçeya Pîran a girêdayî Amedê bû.”

Piştî serketina tifaqê ya di hilbijartinan de Felat Aygoren ku hatibû hilbijartin, mixabin piştî hilbijartinan li dijî rêgezên Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinan tevgeriya. Pêşî ji HDPê îstîfa kir û niha jî Alîkara Serokê Şaredariyê Yasemin Ûçer ku li gor tifaqê peywir girtibû bi nivîsa "Pêwîstî bi kedroya alîkarê serokê şaredariyê nîne" di 31.12.2020 an de ji peywir hat girtin.”

Komxebata Tifaqa Kurdistanî diyar kiriye, ku Aygoren bêyî ti sedemeke diyar û rast ji kar hatiye avêtin û destnîşan kiriye: “Aygoren bê hincet û bi kêfkarî bi nivîsa " Pêwîstî bi qedroya alîkarê serokatî nîne" alîkarê serok a jin ji peywir girtiye û bi feraseta " min kir, bû û çû" di salên dawî de li hember destkeftiyên gelê me bêhuquqiyek e nû li ser zêde kiriye.”

Di beşeke daxuyaniyê de, behsa wê yekê hatiye kirin, ku Felat Aygoren û Yasemîn Ûçer weke namzedên Tifaqa Kurdistanî beşdarî hilbijartinên herêmî yên sala 2019 bûne û rexne li helwestên wê dawiyê yên Aygoren digire û dibêje: “Alîkara serok Yasemîn Ûçer ku ji aliyê Aygoren ve ji peywir hat girtin bi hev re di 29 Adar 2019 an de di bin banê HDP ê de wek namzedên Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinan ketibûn hilbijartinan û biserketibûn. Aygoren bi vê tevgera xwe ya bê hiqûqî, him hiqûqa Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinan , him xwemaliya partiya xwe ya PDK-Bakur,him jî partiya Üçer ku di heman demê de banê tifaqa hilbijartinê ye HDP ê tune dihesibîne. Yekem xeletiya Serokê Şaredariya Pîranê ya Aygören ev bû ku, bêyî destûra partiya xwe îstîfakirina ji HDP ê bû. Vê tevgera xwe ya lepira (fevrî) bi dûrxistina alîkarê serok a jin dom kir.”

Tifaqa Kurdistanî ya Xebatê helwest û kiryarên Aygoren şermezar dike û bang li xelkê navçeya Pîranê dike û dibêje: “Di serî de gelê Pîranê û hemû gelê xwe em agahdar dikin ku kiryarên wî yên li hember rêgezên tifaqê em dê nepejirînin û em vê ferasetê şermezar dikin.

Ev gavên xelet ên ku vîna gel tune dihesibîne û li hember hiqûqa yekîtiyê ye, dê tu car bandoreke neyînî li ser xebatên me yên yekîtiya netewî neke û di rêya yekîtiya netewî de bi tecrûbeyên xwe em dê xebatên xwe bi biryar bimeşînin.Xebatên me yên yekîtiya netewî  li ser esasên, ji ber ku em partiyên cûda ne, cûdahiyên me û bi nêrîna stratejîk, ne taqtîk dê dom bike.”