Hewlêr (Rûdaw) - Li Dêrsima Bakurê Kurdistanê 8 pezkoviyên ku di bin parasatinê de bûn, mirar bûn. Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî ya Şaxa Dêrsimê di derbarê bûreyê de lêkolîn daye destpêkirin.
Li navçeya Mêzgirta Dêrsimê di nav daristanê de 8 pezkoviyên mirî hatin dîtin. Li ser vê yekê welatiyan agahî dan Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî ya Şaxa Dêrsimê.
Tîmên ku li cihê bûyerê lêkolîn kirin, gihîştine vê encamê ku ew pezkovî ji ber pandemiyê mirar bûne.
Tîmên lêkolînê ji pezkoviyan nimûne wergirtin û ew nimûne ji bo lêkolînê şandin taqîgeha Wezareta Çandinî ya Xarpetê.
Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî ya Şaxa Dêrsimê di derbarê mijarê de ragihand, ku ew 8 pezkovî bi çekan nehatine kuştin, lê ji ber nexweşiyê mirine. Herwiha diyar kir ku wan nimûne wergirtine û sedema mirina pezkoviyan dê di encama lêkolînan de derê rastê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse