Li Sêwazê Çemê Qizilirmakê qeşa girt û rêyên 280 gundan hatin girtin

05-01-2020
RÛDAW
Tîmên Rêveberiya ‎Taybet a Bajêr hewl didin rêyên hatine girtin, vekin
Tîmên Rêveberiya ‎Taybet a Bajêr hewl didin rêyên hatine girtin, vekin
Nîşan Sêwaz Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî berfeke zêde û hatina hewayeke sar, hinek beşên Çemê Qizilirmakê ku dikeve navçeya Kamîlava yê Sêwaza Bakurê Kurdistanê qeşa girt û li tevahiya parêzgehê jî rêyên 280ê gund û mezrayan ji ber berfê hatin girtin.

Du roj barîna berfeke zêde li Kamîlavaya Sêwazê û piştre hatina hewayeke sar, bandoreke nerênî li jiyana rojane ya welatiyan kir, bi taybetî gundnişîn. Ji ber hewaya sar hinek beşên Çemê Qizilirmakê qeşa girt û dîmenên balkêş derketin holê.

Ji ber berfa zêde bi taybetî li deverên çiyayî li tevahiya parêzgehê rêyên 280ê gund û mezrayan hatin girtin. Tîmên ser bi Îdareya Taybet a Bajêr jî bo vekirina rêyan li ser kar û barên xwe berdewam in.

Li parêzgeha Xarpêtê jî rêyên 105 gundan ji ber berfê hatine girtin û di warê çûn û hatinê de pirsgirêk derdikevin. Herwiha barîna berfa zêde bandoreke nerênî li jiyana rojane kiriye. Tîmên Rêveberiya Taybet a Bajêr jî hewl didin rêyên hatine girtin, vekin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst