HDP: Hewldana firotina zeviyên Sûrê talankirin e

Amed (Rûdaw) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand, li şaredariyên ku ji aliyê qeyûman ve tên birêve birin, di warê yasayî de sînorê desthilata xwe derbas kirine, û jiber ku dema çûna wan hatiye, hewl didin zeviyên navçeya Sûra Amedê talan bikin.

 

Parlamentera HDPê ya Amedê  Remziye Tosun li Amedê di konferanseke rojnamevaniyê de got, di demekê de 3 meh kêmtir mane ji hilbijartina şaredariyan re, biryara firotina zeviyên şaredariyê karekî ne exlaqî ye.

 

Remziye Tosun anî ziman ku qeyûm hêza xwe ji desthilatdariyêdigirin û got: “Li Amedê nêzîkî 2 heftane qeyûm pankartên Ji Şaredariya Sûrê erseyên firotinê’ bi cadeyan ve kirine. Ev yek nîşana wê zihniyeta talankirinê ya desthilatê ye ku gehiştiye lûtkeyê. Di demekê de 3 meh kêmtir mane ji hilbijartina şaredariyan re. Biryara bilez a firotina zeviyên şaredariyê ku milkê giştî ne, nayê qebûlkirin.


Qeyûman di warê yasayî de sînorê desthilata xwe derbas kirine. Di demekê de ku eşkere ye sê mehên din dawî li desthilata wan tê anîn, hewldana firitona 14 parçe zeviyên navçeya Sûrê wek çawa ne karekî exlaqî ye, di heman demê de wê yekê dixe mêjiyê mirov ku kesên ser bi desthilatê berî çûna xwe zêdetir hewla talankirina navçeya Sûrê didin."

 

Tosun di berdewamiya axaftina xwe de ji xelkê Amedê xwest ku ew di hilbijartinên 31ê Adarê yên şaredariyan de dengê xwe nedin qeyûman û mil bidin milê hev û qeyûman ji bajarên xwe derbixin.