Xelkê Amedê dixwaze kê bibe serokê şaredariyê?

05-01-2019
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Amed
Amed
Nîşan Amed Bakurê Kurdistanê Hilbijartinên şaredariyê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Beşek ji welatiyên Kurd li Amedê nerîna xwe derbarê karname û berbijarên HDPê di hilbijartinên bê yên şaredariyan de ji Rûdawê re anîn ziman.

 

Ciwanekî nûhatî bi zazakî diaxive û dibêje, ew dixwaze Osman Baydemîr bibe serokê şaredariya mezin a Amedê, welatiyên din jî nerînên wan ên cuda hene.

 

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê amadekariyên partiyan ji bo hilbijartinan berdewam dikin.

 

HDPê di 30ê mehaha bihorî de li 47 navendan sindoqên diyarkirina berbijêran danî. Li gor encamên rapirsiyan çend profîlên berbijêran eşkere bûn

 

Tora Medyayî ya Rûdawê ji xelkê Amedê pirs kir, ku gelo hûn berbijêrên HDPê yên eşkere bûne çawa dibînin?

 

Remzî Esen ji Rûdawê re got: “Soyaset bi giştî li Tirkiyê li ser partiyan e, ne li ser berbijêran , Ji ber wê em hînî partiyan û siyaseta partiyan bûne, wisa lê hatiye ku gelek giring nîne.”

 

Remezan Dûrmaz dibêje: “Partî li ser her tiştî re ye, partî ne ji kesan re ye, ewên ku deng didin partiyê, bo xatirê pereyan nadin.”

 

Li bajarê Amedê hevrikiya tund di navbera HDPê û AK Partiyê de ye.

 

Berbijêrê AK Partiyê yê ji bo Şaredariya Mezin a Amedê, Cûmalî Atîlla ye ku qeyûmê şaredariyê ye jî.

 

HDPê heta niha berbijêrê xwe yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê eşkere nekiriye.

 

Rûdawê mijara hilbijartinên şaredariyan û berbijêrê HDPê yê ji bo Serokatiya Şaredariya Amedê bire nav xelkê û nêrîna wan pirsî.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst