Navendên dengdanê li Tirkiyê hatin destnîşankirin

05-01-2019
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Komîteya Bilind a Hilbijartinan Hilbijartinên şaredariyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Bilind a Hilbijartinan li Tirkiyê lîsta navendên dengdanê yên taybet bi hilbijartinên şaredariyan li wî welatî belav kir, li aliyekê din jî heta niha HDPê navên piraniya berbijrên xwe eşkere nekiriye.

 

Di çarçoveya amadekariyên taybet bi hilbijartinên şaredariyan de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, herî dawiyê Komîteya Bilind a Hilbijartinan lîsteya wan navendan belav kir, ku her dengderek li Tirkiyê dikare li kîjan navendên deng bide.

 

Heya niha jî HDPê navên piraniya berbijarên xwe eşkere nekiriye, lê berî vê yekê hevserokê HDPê, Sezai Temelî ragihandibû, ku ew dê bi germî beşdariyê di van hilbijartinan de bikin.

 

Biryar e hilbijartinên şaredariyan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 31ê Adara îsal de bêne encamdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst