Li Qerejdaxê nexweşî di nav pezên xelkê de belav bûye

05-01-2019
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Belavbûna nexweşiyê di nava pezên herêma Qerejdaxê de bûye sedema nîgeraniya xelkê deverê.
Belavbûna nexweşiyê di nava pezên herêma Qerejdaxê de bûye sedema nîgeraniya xelkê deverê.
Nîşan Amed Qerejdax Ruha Nexweşî Pez
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Herêma Qerejdaxê ku dikeve navbera Ruhayê û Amedê ji ber nexweşiyekê, di nava heftiyekî de bi hezaran mih ango pez mirar bûn. Mal tune ye ku çend pezên wê ji ber vê nexweşiyê mirar nebibin. Ger pêşî li vê nexweşiyê neyê girtin di nava 2 mehên zivistanê de dê bi sedan hezar pez mirar bibin û zirareke mezin bigihîje ajelvanan. Li gorî baytaran sedema nexweşiyê barana dijwar a van 2 mehan e.

 

Ev cendek ango beretayê miheke ku ji ber nexweşiyê mirar bûye. Di nava heftiyekî de 4 mihên Recep Qerejdax ji ber nexweşiyê mirar bûne.

 

Qerejdax ji bo ku miha wî ya din a nexweş jî mirar nebe, cihê miha xwe li ber tifika malê çêkiriye. Bavek çawa ji zarokê xwe hez dike, wisa bi miha xwe re eleqedar dibe. Ew ditirse ev miha wî jî mirar bibe.

 

Ajelvan, Recep Qerejdax ji Rûdawê re dibêje: “Jê sê çar heb mirar bûye. Hêj neh deh hebên din jî nexweş in. Ev nexweşî pir e û kesî hêj ji vê nexweşiyê fêm nekiriye. Em diçin baytar jî. Em pez jî dibin ba baytaran, serjê dikin, tehlîl jî dikin, serûmê di ser de dikin jî tu fêde nade.”

 

Li herêma Qerejdaxê ku dikeve navbera Ruha û Amedê, nêzî 4 milyon pez tên xwedîkirin. Ev nexweşiya ku kes nizane çi ye, li nava pezên hemû gundên Qerejdaxê belav bûye. Reşîd Qerejdax jî xwediyê bi sedan pezan e ku çend mihên wî jî bi vê nexweşiyê ketine. Ew dixwaze çareyek ji nexweşiya pezê wan re bê dîtin.

 

Reşîd Qerejdax ajelvananekî din ê deverê ye, ew jî dibêje: “Bi qasî 300 pezê min heye. Heta niha 4-5 heb mirar bûne. Çar pênc hezar lîre zirara min heye. Nexweşiyeke pir zêde belav bûye. Milet dibêje çareya wê tune ye, kes nizane çi bike. Ez 16 salî me, 6 sal in vî karî dikim. Heta niha min tiştekî wisa nedîtiye. Çareya vê tune ye.”

 

Beytarên li Amedê jî li hemberî vê nexweşiya ku di nava pez de belav bûye heyirî mane. Ew dibêje barana ku mehek û nîv e bê navber dibare sedema vê nexweşiyê ye. Ew jî dixwaze ajelvan hişyar bin û haya baytaran bi vê nexweşiyê bixin.

 

Beytar, Bedirxan Ustun jî nîgeraniya xwe li hember berfirehbûna nexweşiyê tîne ziman û dibêje: “Li herêma me 3 milyon û 400 hezar pez heye. Îcar ev baran û ev berfa me hêj nebariye, hêj dest pê nekiriye. Heta du mehên din jî wiha berdewam bike û ev pez di hundir de bimîne, ev herî û ev tofana ha nexweşiyê dê pirz êde bike. Rewş qet nexweş e.”

 

Debara herêma Qerejdaxê, piranî li ser ajelvaniyê ye. Li gundên vê herêmê mal tune ye ku debara xwe bi xwedîkirina pez neke. Ji ber vê yekê ev nexweşiya ku pez pê ketiye, bandorê li hemû şêniyên Qerejdaxê dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst