Baluken li dijî biryara dadgehê peyam şand

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterên HDPê Idris baluken derbarê darizandina xwe de û cezayê ku bi ser wî de hatiye birîn, ji girtîgehê ve peyamek belav kir.

 

Parlamenterê HDPê yê Amedê Idris Baluken ku duh ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Amedê 16 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn, ji Girtîgeha Tîpa F a li Sincanê peyamek şand û di wê peyama xwe de nerazîbûna xwe li hember biryara dadgehê aşkere kir.

 

Baluken di peyama xwe de dibêje, “Hemû welat û raya giştî ya navneteweyî dizanin ku pêvajoyên darizandinê ku xebatên me yên siyaseta demokratîk dikin armanc, li derveyî hiqûqê û siyasî ne.”

 

Parlamenterê HDPê herwiha ragihandiye:“Biryara siyasî ya di 4ê Çileya 2018an de weke biryareke derhiqûqî û nedadmendane derbarê min de hat dayîn, dide nîşandan ku operasyonên qirkirina siyasî berdewam in. Armanca vê biryarê rawestandina têkoşîna me ya demokratîk, aştî û azadiyê ye. Divê hemû gel bizanibe ku berdêla wê çi dibe bila bibe, em dê heta dawiyê bi nirxên têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiye ve girêdayî bin.”

 

Duh Pênşemî 4ê Çileya 2018ê doza Parlamenterê HDPê yê Amedê Idris Baluken li 8emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê birêveçûbû û dadgehê bi tohmetên weke endambûn di rêxistineke çekdarî, propagandaya bo rêxistineke terorîstî û binpêkirina qanûna xwepêşandan û kombûnan cezayê 16 sal û 8 meh zîndanê bi ser de sepandibû.

 

Dozger derbarê Baluken de daxwaza 47 sal cezayê zîndanê kiribû.

 

Roja 4ê Mijdarê hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag tevî 12 parlamenterên HDPê ji aliyê paolîsên Tirkiyê ve hatibûne desteserkirin.

 

Piştî lêpirsînan herdu hevserokên HDPê ligel parlamenteran Idris Baluken, Leyla Bîrlîk ve Selma Irmak, Nursel Aydogan, Abdullah Zeydan, Gulser Yildirim, Ferhat Encu, û Nihat Akdogan hatibûne girtin.

 

Idrîs Baluken di 30 Çileya 2017an de hatibû berdan. Lê belê li ser îtîraza ku hate kirin, Baluken di 21ê Sibatê de dîsa hatibû girtin.