Vîdyo - Deriyê sînorî yê Xabûr-Îbrahîm Xelîl dîsa vebû

05-01-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

 

Zaxo (Rûdaw) – Deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl-Xabûr, ku ji ber aloziyên Bakurê Kurdistanê hatibû girtin, vebû.

Bîstekê beriya niha deriyê Îbrahîm Xelîl-Xabûrê, ku zêdetirî 20 rojan bû ji ber aloziyên Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû girtin, vebû.

 

Peyamnêrê Rûdawê Xerîb Mecîd ragihand, niha derî tenê ji bo çalakiyên bazirganiyê hatiye vekirin lê nayê zanîn ka rêwî û geştiyar jî dê bikarin ji derî re derba bibin yan na.

Li gorî agahiyên Peyamnêrê Rûdawê, rayedarên her du aliyên deriyê Îbrahîm Xelîl-Xabûrê niha di civînê de ne û li ser rewşa derî hevdîtin dikin, piştî civînê dê mekanîzma hatinçûnê ji derî re eşkere bikin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst