PDK-S: Çekdarên PYDê endamekî me li Tirbespiyê girtin

05-01-2016
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Li gundekî ser bi bajarokê Tirbespiyê grûpeke rûyên wan veşartî bû, endamekî Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) girtin.

Serkirdeyekî PDK-Sê ragihand ku ew grûpa çekdar ku bi zimanê kurdî diaxivîn û rûyên wan veşartî bû, endamê şaxa PDK-S Behrem Şêx Nesredîn ji gundê Maşûqê yê ser bi bajarokê Tirbespiyê ve girtin.

Wî serkirdeyî anî ziman ku wê grûpê hevalê wan biriye cihekî ne diyar û got: “Em wî karê tirsnak şermezar dikin û berî niha jî kiryarên bi vî awahî ji aliyê asayişa PYDê ve dihatin kirin.

Ji aliyê xwe ve rêxistina PDK-S li bajarokê Tirbespiyê berpirsyariya saxlemî û selametiya endamê xwe xiste stûyê PYDê de û got ku li beramberî kiryarên PYDê li dijî heval û kadroyên PDK-S, ti carî ew kar û xebata xwe ranawestînin.

Di derbarê vê bûyerê de, heta niha PYD tu daxuyanî nedaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst