Keça Kurd a Êzidî namzeda Xelata Nobel a Aştiyê ye

05-01-2016
RÛDAW
Nîşan Kurd Êzidî Keç Nadiye Murad Xelata Nobel a Aştiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Keça Kurd a Êzidî Nadiye Murad ku ketibû destê DAIŞê û piştre hatibû rizgarkirin, bi awayeke fermî wek kandîda wergirtina xelata Nobel a Aştiyê hat diyarkirin.

 

Îro sêşemî 5ê Çile ya 2016ê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, keça Kurd a Êzidî Nadiye Murad ku ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bûye, bi awayeke fermî jibo wergirtina xelata Nobel a Aştiyê hatiye destnîşankirin.

 

Di daxuyaniya Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê de tê gotin: “Nadiye li baregeha Encumena Navdewletiya Asayişê di civîneke vê encumenê de derbarê bazirganîkirina bi mirovan de axivî û behsa êşên jinên êzidî kir ku ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin, ku mirov bi bihîstina wan şermê dike.”

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin: “Wê herwiha daxwaz ji civaka navdewletî kiriye, ku 3 hezar û 400 keç û jinên êzidî ji destê çekdarên DAIŞê werin rizgarkirin.”

 

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê herwiha dibêje: “Nadiye roleke mezin di danasîna êşên jinên Iraqê bi giştî û jinên êzidî bi taybetî de dîtiye, bi taybet li wan cihên ku ketine destê DAIŞê.”

 

Di da wiya daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin: “Em şanaziyê bi kandîdkirina wê keça iraqî dikin bo wergirtina xelata Nobel a Aştiyê. Em daxwaz ji raya giştî û hemû rêxisitnên têkildar dikin ku piştgîriyê bidin wê, çimkî ew hêjayî wê yekê ye ku bibe sembola têkoşîna jinê li dijî wan hêzên tarî ku dixwazin kesatiya jinê lekedar bikin.”

 

Nadiye Murad ew keça Kurd a Êzidî ye ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû girtin û destdirêjî lê hatibû kirin. Nadiye Murad piştre karîbû xwe ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bike.

 

Piştî rizgarbûnê, Nadiye Murad bi hemû awayekê hewl dide tawanên DAIŞê li hember jinên Kurdên Êzidî ji raya cîhanê re aşkere bike û bow ê çendê serdana çend welatan kiriye û ligel berpirsên herî ast bilind ên çend welatan civiyaye.

 

Nadiye Murad herwiha di civîneke Encumena Navdewletî ya Asayişê de jî amade bû û derbarê tawanên DAIŞê li hember xwe û jinên Kurdên Êzidî ji nûnerên welatên endam re axivî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst