PKK: Nabe ti kes berê xwe bide deriyê Xabûrê!

05-01-2016
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistineke nêzîkî PKKê gef li wan kesan û bazirganan xwar ku li deriyê Xabûr-Îbrahîm Xelîl bazirganiyê bikin. Li gorî wê rêxistinê, yên ku wî karî bikin dê bibin şirîkên wê komkujiyê ku dewleta Tirk tîne serê gelê kurd.

Deriyê sînorî yê Xabûr-Îbrahîm Xelîl, ku zêdetirî 20 rojan bû ji ber aloziyên Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû girtin, îro vebû.

li gorî agahiyên Rûdawê, vê gavê derî tenê ji bo bazirganan vekirî ye.

Lê rêxistina bi navê “Însiyatîfa Demokratîk a Gelê Botanê”, ku tê gotin girêdayî PKKê ye, di daxuyaniyekê de gef li vekirina deriyê Xabûrê xwar û ragihand, ew kes û bazirganên ku berê xwe bidin derî dê bibin hedefa êrişan.

Di daxuyaniya wê rêxistinê de ku li ser malpera ANFê hatiye weşandin, wiha hatiye gotin:

“Di vê rewşa niha de, ew kes û şîrketên ku bazirganiyê bikin dê bibin şirîkên komkujiyê. Em li vir hişyariyê didin û dibêjin; Ew kesên ku berê xwe bidin wî deriyê ku ji aliyê dagîrkerên Tirk ve tê vekirin, dê bibin hedefa êrişan…Em bang li wan mirovên welatparêz jî dikin di vê qonaxê de dest ji bazirganiya ser sînorê Xabûrê berdin, yên ku vî karî jî bikin xiyanetê dikin…”

Deriyê Xabûr-Îbrahîm Xelîl, di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de ye û ji roja 14ê Kanûna sala 2015ê ve, ji ber aloziyên Bakurê Kurdistanê hatibû girtin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst